Gerîlayê HPG’ê li Mexmûrê hat bîranîn

Gerîlayê HPG’ê li Mexmûrê hat bîranîn

Fermandar Mazlum Goyî (Munîr Kîlîm) di duyemîn salvegera ku jiyana xwe ji dest da de li wargehê bi girseyî hat bîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Fermandar Mazlum Goyî ku di 20’ê Nîsana sala 2011’an de li Amanosan di encama operasyoneke leşkerî ya artêşa Tirk de bi duhevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû di duyemîn salvegera jiyana xwe ji dest dayî dei bi girseyî hat bîranîn û mewlûd hat dayîn. Bîranîn li mala Mazlum Goyî bi beşdariya gelê wargehê pêk hat. Di bîranînê de destpêkê ji aliyê Serokê Şaxa Tevgera Îslamî ya Kurdistana Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Mele Tofîq ve mewlûd hat xwendin.

Piştî xwendina mewlûdê ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Mamoste Sofî Sîdar axivî. Sîdar di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser wateya şehîdbûnê û destnîşan kir kuşehîd fermana rêk û pêkkirina kesayet û jiyanê li me dikin. Mamoste Sofî Sîdar axaftina xwe wiha berdewam kir: “Îro bi boneya şehadeta Fermandar û gerîllayên PKK’ê Mazlum Goyî em kom bûne. Pêwîste em her dem li gorî xeta Şehîd û Rêberêxwebimeşin. Bi saya şehîdên Kurdistan em bûn xwedî dest ketî.”
Mamoste Sofî derbarê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd daye destpêkirin jî wiha axivî: “Ji bo me ya esas gotinên Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurdistanê ne. Heta dawiyê em li pey Rêberê xwe ne.”
Piştî Mamoste Sofî Sîdar Dayika Mazlum Goyî axivî û got, “Ez bi Mazlum serbilind im. Mazlum li ser soza ku dabû gelê xwe heta dawiyê bi awayekî ku layiqê Rêber û gelê xwe be jiya û têkoşîn kir.” Her du birayên Mazlum Goyî Newzet û Welat Kîlîm kurt be jî nêrînên xwe anîn ziman û gotin ji bo em birayên Şehîd Mazlum in em rûmetdar in. Di heman demê de wezîfe û berpirsiyariya li gorî armanca wan jiyan jî ji me têxwestin.”

Piştî axaftinan, girseyê dirûşmayên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” gotin. Her wiha sînevîzyona ku jiyana fermandar Mazlum Goyî vedigot hat temaşekirin û merasîma bîranînê bi xwarina mewlûdê bi dawî bû.