Gerîlayê HPG’ê Abdullah Salman li Swêdê hate bîranîn

Ji bo gerîlyaê HPG’ê Abdullah Salman (Dijwar Zerdeşt) ê 21’ê Adarê li gel 3 hevrêyên xwe di bomberdûmana li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bibûn li Halmstadê hate bîranîn.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Swêdê Ridvan Altûn ê di bîranînê de axivî, diyar kir ku Salman şoreşgerekî fedekar ku girêdayî gel Rêbertiya xwe bû.

Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) jî Mele Abdullah Kobanê axivî û bal kişand ku Salman û gerîla ji bo azadiya gelekî mezlûm têkoşînê dikin û şehîd dibin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ahmet Rojava jî bi saya fedekarî û cesareta mezin a gerîlayên li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin û şehîd dikevin evqas destkeftî pêk hatine.

Dayika Salman Ayşe Salman û bavê wî Suleyman Salman jî anî ziman ku bi kurê xwe serbilind in.

Dayik û bav destnîşan kir ku xwedîderketina li Abdullah bandorekî mezin li wan kiriye û got: “Xwedîderketina li vir da nîşandan ku bê kurê me mîrasekî çiqasî giranbiha ji bo me hiştiye. Şehîdê me tevan e. Serê gelê me sax be.”

Aktivîst Sûltan Oger diyar kir ku dewleta Tirk di warê aborî, siyasî û leşkerî de her diçe ditengije û bi dijwarkirina êrîşan a li ser gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd re dixwaze ji vê çiravê rizgar bibe û got: “Lê bi ser nakevin. Heta ku Abdulah û hevrêyên mîna wî hebin serketin ya me ye, em ê bi ser kevin.”

Bîranîna ku nêzî 500 kes tevlî bû, bi dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.