Ji referandûmê re tenê çend rojek maye, li Wanê xebatên Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr didomin. Di çarçoveya xebatan de îro Rêveberên HDP'ê û DBP'ê yên bajêr û Parlamenterên Wanê çûn navçeyên Artemêtan û Seray a Wanê. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan.
SERAY
Hevseroka HDP'ê a Wanê Gulistan Orhan, Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Lezgîn Botan, Bedîa Ozgokçe Ertan û rêxistinên navçeyê li navenda Serayê bi gel re civiyan û nêrînên gel girtin. Li vir Parlamneter Lezgîn Botan ji gel re axivî û diyar kir ku ji destûra bingehîn a ku kurd tê de cih nagrin re ew ê bibêjin NA. Botan bang li gel kir ku sindoqên hilbijartinê tejî bikin û bêjin NA.
Heyeta HDP’ê û DBP'ê piştre serdana dikandaran kir. Heyeta ku bi dikandaran re gotûbêj kir ji dikandaran re karên bi xêr xwest.
ARTEMÊTAN
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî jî çû taxên Ayazpinar, Perteka Jêr, Perteka jor û Keşîşoglû yên girêdayî Artemêtanê. Geverî li vir gotûbêj bi gel re kir û pirsgrirêkên gel guhdar kir. Geverî diyar kir ku wê gelê kurd ji zilma ku li ser tê meşandin re di 16'ê Nîsanê de di sindoqan de bide. Di jiyanê de dawiya hemû tiştî heye û wê dawiya zilm û qetlîaman jî were. Geveri wiha domand: "Wan ji bo gelê me bin bixin hemû tişt kirin lê belê bi serneketin. Wê di sindoqên 16'ê Nîsanê de carek din winda bikin."