Gabar mîna biharê rengûreng bû

Kekê Recep Karataş (Roj Gabar) ê li Dersimê şehîd bû Bûrhanettîn Karataş got, "Birayê min mîna biryarê bû, rengûreng bû."

Recep Karataş (Roj Gabar), 7'ê Mijdara 2016'an li Dersimê tevî 14 hevalên xwe şehîd bû. Kekê Karataş Bûrhanettîn Karataş qala birayê xwe kir.

Recep Karataş (Roj Gabar) li gundê Karabogaz ê navçeya Tekman a Erzîromê 5'ê Mijdara 1992'an ji dayik bû. Heta 5 saliya xwe li wir ma. Ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbatê, neçar man koçî Îzmîrê bikin. Karataş li taxa Gedîz a navçeya Bûca ya Îzmîrê mezin bû. Ji zarokatiya xwe ve weke mirovekî bi heybet û bi rehm dihate naskirin.

BI WELATPARÊZIYA XWE DIHATE NASKIRIN

Karataş hê 15 salî bû neçar ma bixebite. Tevî kekên xwe li hala zebzeyan a Îzmîrê dest bi kar kir. Bi welatparêziya xwe dihate naskirin. Gotina 'Ciwanno berê xwe bidin çiyê' timî li ser zimanê Karataş bû.

PIŞTÎ KU BI DESTGIRIYA XWE RE AXIVÎ...

Karataş destgirî dibe û dest bi amadekariya zewacê dike. Lê belê ji xwe re dibêje ku divê li dijî zilmê têbikoşe. Ji destgiriya xwe re dibêje, "Ez difikirim biçim, lê zanibe ku ez ji te narevim" û dide ser şopa wê gotina timî li ser zimanê xwe. Ji Tîrmeha 2015'an û pê ve cihê xwe di nava refên azadiyê de digire.

LI BER ZILMÊ RABÛ

Kekê wî Bûrhanettîn Kartaş dibêje, "Recep hem birayê min bû, hem jî weke kurê min bû. Li ber destê min mezin bû. Gelekî bi rehm bû. Pêwîstiya kê bi alîkariyê hebûya, ew pê re bû. Fedakar bû. Bi hestyar tevdigeriya. Ji bo malbata xwe jî bi heman rengî bû. Ji bo derdorê jî. Yanî pirsgirêka kê hebûya, ew li cem bû. Mîna Adarê bû, mîna biharê bû; rengareng bû. Lehengek bû ku li dijî zilmê li ber xwe dida."

DEMA XWE HATIBÛ Û ÇÛ

Kek Karataş qala rojên beriya tevlîbûna birayê wî ya li nava refên têkoşîna azadiyê kir û got, "Recep serhildana Kobanê dît. Ew zilm û hovîtî dît. Nekarî xwe lê rabigire. Piştî ku Kobanê hate rizgarikrin, DAIŞ'iyan bi bombeyên zindî êrîş kiribûn. Recep di nûçeyan de ev dît. Bi qasî 90 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Recep nekarî xwe li vê yekê rabigire. Êdî li çûn û şerê li dijî zaliman difikirî. Piştre, bûyerên di hilbijartina 7'ê Hezîranê de qewimîn, jinûve destpêkirina şer û mirina mirovan Recep gelekî hêrs kiribû. Ji bo Recep dema çûnê hatibû û çû."

CENAZEYÊ WÎ JI GORÊ HATE DERXISTIN

Malbatê xwest cenazeyê kurê xwe li Goristana Kaynaklar a Bûcayê ya li navçeya Bûca ya Îzmîrê veşêre. Lê belê bi hinceta 'cihê gorê nîne' destûr nehate dayin û di nava dorpêçiya leşker û polîsan de li goristana taxa Ayrancilar a navçeya Torbaliyê hate veşaritn. Piştî ku ji ber nûçeyên çapemeniya Tirk provokasyonan rû dan, cenazeyê Karataş piştî 4 rojan ji cihê hate veşartin bi serkêşiya jendermeyan hate derxistin. Cenaze piştre li navçeya Tekman a Erzîromê hate veşartin.