FEDA'yê li hemberî ‘Helepceyên nû’ banga têkoşînê kir

Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Ewropayê FEDA) di daxuyaniya ji bo salvegera Komkujiya Helepceyê de, ji bo pêşiya komkujiyan werin girtin, banga têkoşîna hevpar li gel kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk a Awrûpayê (FEDA) bi sedema salvegera Komkujiya Helepceyê, îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Komkujiya Helepceyê ya ku hê jî di bîra me de birînek e, berhem û berdewama hişmendiya Kufeyiyan e yên ku Huseyîn li Kerbelayê şehîd xistibûn. Heman hişmendî li Qoçgirî, Dersîm, Çorum, Mereş, Gazî û Sirûcê polîtîkayên komkujiyê xistiye meriyetê û bi komkujiyên nû yên ku ji bîra me naçin, navê xwe di bîra me de nivîsandine.”

Di daxuyaniyê de qala komkujiyên li Qoçgirî û Dersîmê yên li ser Elewiyan, li Şengalê yên li ser Êzidîyan hate kirin û bal birine ser polîtîkayên qirkirinê yên Dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê.

Ji bo komkujiyên wekî Kerbela û Helepceyê dîsa rû nedin, di daxuyaniyê de ji bo têkoşîna hevpar bang li gelan hat kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin, “Çawa ku me komkujiyên li Dêrsim, Geliyê Zîlan, Kurdên Feylî, Yaresan, Êzidî, Şengal û Roboskiyê ji bîr nekiriye, em ê Cizîra Botan û Helepceyê jî ji bîr nekin.”