FEDA'yê ji bo Newrozê bang kir: Di 18'ê Adarê de em li Frankfûrtê bin
FEDA'yê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê kir.
FEDA'yê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya 18'ê Adarê ya li Frankfûrtê banga tevlîbûnê kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li ser Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
FEDA, Cejna Newrozê ya gelên Mezopotamya û Anatoliyê silav kir û ji bo çalakiyên li gelemperiya Ewropayê bên lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Lêgerîna me ya li rastiyê ber bi jiyana bêdawî ye. Bi hêviya ji jiyan û aştiyê em dizanin û pê bawer in, ku li cihê eşqa rastiyê lê heye hêvî, li cihê hêvî lê heye aştî dest pê dike. Em eşqa xwe ya azadiyê, di nava pîrozmendiya agir de bi gerandina gonvedê careke din pîroz bikin.
Ev bihar dikare bibe bihara azadî û demokrasiyê ya gelên me. Dem ew dem e, ku li dijî zilma zaliman em cihê xwe di nava govenda berxwedanê de bigirin."
Di dawiya daxuyaniya FEDA'yê de, ji bo pîrozbahiya Newrozê ku wê roja 18'ê Adarê li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.