‘Ev krîz dijminatiyê dixe nava gelan'
Pisporê têkiliyên Tirkiyê- Yekîtiya Ewropa (YE) krîza di navbera Tirkiye û Hollanda de weke krîza ji bo referandûmê nirxand.
Pisporê têkiliyên Tirkiyê- Yekîtiya Ewropa (YE) krîza di navbera Tirkiye û Hollanda de weke krîza ji bo referandûmê nirxand.
Pisporê têkiliyên Tirkiye-YE’yê Can Baydarol pirsên nûçegihana ajansa me ANF’ê Zeynep Kuray yên têkildarî krîza di navbera Hollanda û Tirkiyê bersivandin. Baydoral got, ;’Krîz bi kêrî eniya ‘erê û li Ewropa jî bi kêrî dijberên Tirkiyê tên, di navbera gelan de jî dijminatiyê bi xwe re tîne.’’
Can Baydoran di bersivan de got ev 10 salên dawî de têkiliyên Tirkiyê û YE’yê hema bibêje sekinî ne lê ji hêla aborî ve her du alî mecbûrî hev in,’’ Li Tirkiyê weke encam ji 17 hezar karsazên biyanî hene û piraniya van jî Ewropî ne. Ji bo vê jî welatên Yekîtiya Ewropa û Tirkiye hewceyî hev in. Ji bo vê jî nîqaş di qada siyasetî de berdewam bikin jî bandorê li dewletan nake, têkilî wê berdewam bin.’’
Baydoran herî dawî got ku ev krîz bi kêrî geşkirina dijminatiya di navbera gelan dike û got, ‘’Gel ji provakasyonan re pir vekirî ne û gotinên ji devê siyasetmedaran derdikevin rê li ber encamên wiha vedikin ku nayên xwestin. ‘’Ango tu îro li vir bi navê Hollandiyekî li nûçegihanekî Norweçî lînc bikî, yekî Hollandî jî wê li yekî Tirk bixe.
Dawiya faşîzmê û nîjatperestiyê nîn e. Bandorê pevçûnê dike. Krîzên di navbera Tirkiye û welatên Ewropî de wê baş bibin lê dijminatiya di navbera gelan de wê bimîne’’