Es: Artêşa Tirk li Çelê 90 hezar mayîn bicihkirine

Es: Artêşa Tirk li Çelê 90 hezar mayîn bicihkirine

Tuggeneral Zekî Es ku di doza  derbarê mirina 7 leşkerên di encama teqîna mayînên hatibûn raxistin yên Çelê ya Colemêrgê de mirin de li Dadgeha leşkerî ya Fermandariya giştî wek bersuc îfade da û diyar kir ku,  Tirkiye di Peymana Ottova ya di derbarê mayînan de hatiye îmzekirin de bi zanebûn nake mijara perwerdê. Es got li Çelê ji aliyê Artêşa Tirk ve nêzî 90 hezar mayîn hatine raxistin.

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama teqîn mayînên ku leşkerên tirk di bin erdê de bi cih kiribûn 7 leşker miribûn. Di derbarê bûyerê de li Dadgeha leşkerî ya Fermandariya giştî doz hat vekirin.

Di rûniştina berê de Dozgerê Leşkerî, muttalaya xwe da bû û diyar kiribû ku, bila Zekî Es 25 sal û 6 meh ceza lê bê birîn û ji Artêşa Tirk bê derxistin.

Piştî mutalaya dozger, Zekî Es, hemû parastinên ku kiribû li aliyekê hişt û hem sûcdariyên xwe qebû kir û hem jî Fermandariya Giştî bi tundî sûcdar kir.

Es diyar kir ku, li Tirkiyeyê peymana Ottova bi zanebûn di Artêşa tirk de nabe mijara perwerdê û gotibû: “Kontrola mayînan di bin rayeya Cenderme, hêzên bejayî û Fermandariya Giştî de ye. Bi zanebûn kontrol nehatiye kirin.”

Es anî ziman ku, li Çelê nêzî 90 hezar mayîn ji aliyê Artêşa Tirk ve hatine bincihkirin.