Êrişên hewayî li Hewlêrê hat şermezarkirin
Êrişên hewayî li Hewlêrê hat şermezarkirin
Êrişên hewayî li Hewlêrê hat şermezarkirin
Li bajarê Hewlêrê di nimêja înê de ji aliyê mela Zana Xeyam ve li ser pêvajoya hevîtinên Îmraliyê û êrîşên hewayî yên li hemberî herêmêndi bin kontrola HPG’ê de weaz hate dayîn.
Di nimêja înê ya mizgefta gundê Serdeşt ya Hewlêrê de mela Zana Xeyam li ser giringiya pêvajoya hevdîtinê axivî. Xeyam da zanîn ku ew politikaya dûrû ya Hukumeta AKP’ê ku ji aliyekê ve ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtînan pêktîne û ji aliyekê din ve jî êrîşan dibe ser herêmên di bin kontrola HPG’ê de şermezar dikin.
Xeyam di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku tu ciyewaziya (ferqa) AKP’ê ji rejîmên Baasê tuneye û wihagot: “Pêwîste Erdogan dest ji vê politikaya xwe ya tunekirina kurdan berde û ji bo jiyanek bi aram û demokratik bi kurdan re birûne û vê pirsgirêkê çareser bike.” Xeyam balkêşande ser tekoşîna gelê Kurd ya Bakûrê Kurdistanê û got: “Gelê me yê Bakûr mafê xwe dixwaze. Nasnameya xwe dixwaza.”
Xeyam di dawiya waeza xwe de dûbare balkişande ser politikaya hukumeta AKP’ê û da zanîn ku Erdogan û hevkarên wî, wê tu caran nekarin tekoşîna azadiya Gelê Kurd tunebikin û carek din êrîşên hewayîyên li ser herêmên dibin kontrola HPG’ê de şermezar kir. Xeyam her wiha bang li Hukumeta Herêma Kurdistanê û Gelê Kurd jî kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.