Êrîşên dewleta Tirk, li Viyanayê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê li Viyanayê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê li Viyanayê hatin protestokirin.
Li Viyanayê ya ku paytexta Avûstûryayê ye gelek Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Şengalê protesto kirin.
Gelek çalakvan li ber Muzeya Hunerê ya Albertîna ya dîrokî hatin ba hev û dirûşmên “Tirkiyeya terorîst”, “Erdoganê qatil” berz kirin. Di axaftinên çalakiyê de hate gotin ku Tirkiye ligel DAIŞ’ê tevdigere û êrîşên balefirên Tirk tên vê wateyê.
Di çalakiyê de gelek belavokên bi Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.