BI DÎMEN

Êrîşên AKP/Qesrê li Wûppertalê hat protestokirin

Li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê operasyonên dagirkirinê û terora li Bakurê Kurdistanê ya dewleta Tirk bi awayekî girseyî hat protestokirin.

Kurdistaniyan li dijî girtina hevşaredaran, tayînkirina qeyûman, tundî û girtina li ser çapemeniya Kurd nerazîbûn nîşan dan, bi dirûşmeya “Terorîst Erdogan” li cadeyên herî qelebalix hêrsa xwe anîn ziman.

Li dijî êrîşên AKP/Qesrê ku li Kurdistanê zêde kiriye, Kurdistanî danê êvarî li City Arkadenê kom bûn, bi pankart û alan meşiyan.

Domahiya meşê dirûşmeyên “Qatilê Zarokan Erdogan”, “TC a dagirker ji Kurdistanê biceheme”, “Kurdistan Goristan Ji Bo Faşîstan”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî Serok Apo”, “PKK”, HDP”, “Merkel Fînanse dike” hatin berzkirin. Belavokên têkîldarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin belavkirin.

Piştî meşê girse derbasî qada mîtîngê bû, ji hêla Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Wûppertalê Savci Azar daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.

 

...