Erebên Elewî: Roj roja hevgirtina bi dengê 'NA' ye

Erebên Elewî gotin, "Ji bo hilweşandina feraseta rêveberiya tekparêz, roj roja hevgirtina gelan a bi dengê 'NA' ye" û ji bo avakirina siberojeke azad û wekhev bang li her kesî kirin, ku biçin ser sindoqan.

Dengdana hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, dewam dike. Ji Serokên Damezrîner ên Federasyona Erebên Elewî li Ewropayê Nîhat Nalça li ber ber dîktatoriya Erdogan rabû diyar kir, weke Erebên Elewî ew naxwazin rê bidin sîstemeke tekparêz. Nalça bang li gelên li Ewropayê dijîn kir, ku biçin ser sindoqan û dengê NA bidin.

'HELWESTA ME EREBÊN ELEWÎ ZELAL E; NA'

Nalça anî ziman, weke Federasyona Erebên Elewî yên li Ewropayê, der barê referandûma 16'ê Nîsanê de helwesta wan hê ji destpêkê ve zelal e û destnîşan kir, ew ê bi ti awayî sîstema şexsekî erê nekin. Nalça bal kişand ser xebatên ji bo dengê NA yên 16 komeleyên xwe yên ser bi federasyonê û pêvajoya heyî weke pêvajoyeke dîrokî bi nav kir.

'EM TEKPARÊZIYÊ QEBÛL NAKIN'

Nalça got, "Demokrasiyek nîne ku her tişt bi şexsekî ve hatiye girêdan. Em ne tenê di referandûmê de, di heman demê de hemû polîtîkayên vê hikûmetê qebûl nakin. Li sîstemên ku bi qraliyetê tên birêvebirin jî hin tişt di bin kontrolê de ne. Ya ku Erdogan dixwaze bike, ji sîstema qraliyetê jî wêdetir e. Serokkomarê ku bi rêjeya ji sedî 50 hatiye hilbijartin, ji sedî 50 ê din ê welêt tine dihesibîne û sîstemeke tekparêz ava dike. Weke Erebên Elewî em vê yekê ti carî qebûl nakin."

'GEL WÊ DESTÛRÊ NEDE VÊ YEKÊ'

Nalça ragihand, Elewî û bawermendên din ên cuda, ji destpêkê ve mexdûrê vê sîstemê ne û destnîşan kir, niha jî hewl tê dayîn van mexdûrên sîstemê bi guhertina destûra bingehîn re bi temamî tine bihesibînin. Nalça got, "Yên ku Quranê esas digirin, îro polîtîkayên welê dimeşînin ku cihê wan ne di ol ne jî di mirovahiyê de heye. Hewl didin hemû polîtîkayên xwe yên şaş bi gel bidin erêkirin. Weke gel em ê destûra vê nedin."

'SEFERBERÎ DIVÊ'

Nîhat Nalça destnîşan kir, ku pêkanîna referandûmê di nava qanûnên Destûra Bingehîn de wê demokratîk nebe û got, "Di serî de gelên me yên li Ewropayê, hemû Erebên Elewî yên li gelemperiya cîhanê lazim e biçin ser sinqodan û dengê 'NA' bidin. Pêwîste em bi ruhê seferberiyê tevbigerin. Ne tenê bêjin 'NA', di heman demê de em mirovên ku dixwazin bêjin 'erê' ji bo dayina dengê na îqna bikin."

'JI BO PARASTINA RENGAN EM BIÇIN SER SINDOQAN'

Nalça bang li Erebên Elewî yên li Tirkiyeyê jî kir û got, "Erebên Elewî ne tenê li Hatayê heye. Erebên Elewî yên li Mersîn, Edene û gelek bajarên din ên Tirkiyeyê belav bûne, divê biçin ser sindoqan û li dijî vê sîstemê dengê 'NA' bide. Divê her kes di vê demê de bi erka xwe rabe. Ji bo hilweşandina feraseta rêveberiya tekparêz, roj roja hevgirtina bi dengê 'NA' ye."