Erdogan terorîstên DAIŞ'ê ber dide Ewropayê
Xuya ye teqînên piştî gefên Erdogan ên li welatên Ewropayê rû dan, tesadufî nînin. Derket holê, piştî van gefan, terorîst di ser Tirkiyeyê re ber bi Ewropayê ve hatine şandin.
Xuya ye teqînên piştî gefên Erdogan ên li welatên Ewropayê rû dan, tesadufî nînin. Derket holê, piştî van gefan, terorîst di ser Tirkiyeyê re ber bi Ewropayê ve hatine şandin.
Belgeyên DAIŞ'ê radixe pêş çavan, bê Serokkomarê Komara Tirkiyeyê û hikûmeta wî xwe dispêrin çi û bi vî rengî gefê li welatên Ewropayê dixwin. Di notên ji bo berpirsyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê hatiye nivîsandin de tê fêhmkirin, 2 kes ji bo di ser Tirkiyeyê re ber bi Elmanyayê bên şandin, hatine wezîfedarkirin.
Yek ji belgeyên bi dest ketine li ser berpirsyarê DAIŞ'ê yê Tirkiyeyê Ebû Huzeyfa ye. Not ji Mihemed Oglea El Ebdullah ê weke Ebû Huzeyfa tê naskirin, hatiye nivîsandin. Di vê notê de wiha tê gotin: "Ev not, ji bo ku hûn karên hevalên em ji we re dişînin bimeşînin, hatiye nivîsandin. Ev birayên me, ji bo ku li dijî welatên kafir ên êrîşî Dewleta Îslamê dikin li welatê wan hin çalakiyan lidar bixin, tên şandin. Alîkariyê bidin wan û wan bişînin."
Belge li ser navê serkêşê DAIŞ'ê Ebû Bekir El Bagdadî ve hatiye nivîsandin.
JI BO DERBASÎ ELMANYAYÊ BIBIN TÊN WEZÎFEDARKIRIN
Yek ji van belgeyan di 7'ê Mijdara 2016'an de hatiye nivîsandin. Tê destnîşankirin, ku li ser agahî û wezîfedarkirina Ebûbekir El Bagdadî hatiye nivîsandin. Tê nivîsandin, ku Ednan Mûhammed Mîrlî, ji bo derbasî Elmanyayê bê kirin hatiye wezîfedarkirin. Ji Berpirsyarê DAIŞ'ê yê li Tirkiyeyê Mihemmed Oglea El Ebdullah re hatiye nivîsandin. Di notê de wiha tê gotin: "Birayê we Ednan Mihemmed Mîrlî, bi agahdarî û daxwaza Mûmînê Emîran Ebûbekir Bagdadî hatiye wezîfedarkirin. Mîrlî, ji bo ku bi rêya we di nava gel de derbasî Elmanyayê bibe hatiye wezîfedarkirin. Perspektîfa tişta divê li Elmanyayê bike jî, di hevdîtina bi we re, hûn ê diyar bikin."
Nota duyemîn jî di 28'ê Mijdara 2015'an de hatiye nivîsandin. Ev not li ser milîtanekî ku ji bo derbasî Elmanyayê bê kirin hatiye nivîsandin. Di vê notê de, ku ji Berpirsyarê Tirkiyeyê yê DAIŞ'ê re hatiye nivîsandin, wiha tê gotin, "Ji aliyê Ebûbekir El Bagdadî ve, birayê me Waîl Nacî El Herakî hatiye wezîfedarkirin, ku biçe Tirkiyeyê, li wê derê tevlî nava gel bibe û derbasî Elmanyayê bibe." Tê nivîsandin, ku li ser karên Waîl Nacî El Herakî li Elmanyayê bike, pê re hatiye axaftin.
BELASEBEP GEF NEXWARIYE
Ev belge gefên Serokkomarê Tirk Erdogan tîne bîra mirovan, ku par ji Fransa û Belçîka, îsal jî ji Elmanyayê re gotibû "Ev êrîş eger sibe li van deveran pêk werin, wê çi bibe?". Piştî van daxuyaniyên Erdogan li Belçîk, Fransa, Hollanda û piştre jî li Elmanyayê DAIŞ'ê êrîş kiribûn. Ji notên bi dest ketine tê fêhmkirin, ev êrîş ji aliyê kesên li Tirkiyeyê ve hatine plankirin.
GEF LI HOLLANDAYÊ JÎ HAT XWARIN
Piştî aloziya navbera Tirkiye û Hollandayê, ku Erdogan hê jî gefan dixwe, çeteyên di dagirkirina Babê de cih girtin, pêr bi daxuyaniyekê piştgirî dan Erdogan. Çeteyên dest bi çek ên li ber ala Tirkan sekinî, gef li dewlet û hikûmeta Hollandayê xwarin. Kesekî ku li vê derê bi zimanê Tirk daxivî, anî ziman, ku ew parçeyek ji Tirkîtiya li cîhanê ye û ev rewş wan jî eleqedar dike. Balkêş e kesên ku di medya civakî de amblema Selçûkiyan bi kar tînin, bi çekê gefê dixwin. Di vî dîmenî de, ku tê îdîakirin 'Hollanda dijminatiya Tirk Îslamê dike', bi qîrîna gotina 'Allahû ekber' diqede.