Erdogan: Me derbarê koma ‘aqilmendan’ de tiştek negotiye

Erdogan: Me derbarê koma ‘aqilmendan’ de tiştek negotiye

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di mijara ‘aqilmendan’ de ku di rojevê de tê nîqaşkirin, got: “Ji aliyê me daxuyaniyek wisa tune ye. Biryarê em didin.  Berpirsên vî karî emin. Hesabê jî em didin.

Erdogan di civîna koma partiya xwe de axivî û di derbarê mijarên rojevê de axivî.

Erdogan balkişand ser pêvajoya çareseriyêya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û got: “Her kes bi kêfxweşî pêvajoyê dişopîne.” Erdogan her wiha BDP’ê bi ‘alozî derkixistinê’ sûcdar kir û  got: “Lê serokên gitşî yên Enqereyê  ji bo vê fêm bikin heriya ruyê xwe û çavên xwe paqij nakin.  Em ji kesî veşarî tiştekî nakin.  Em ji derveyê hiqûqê tiştekî nakin.  Ez bang li kesên ku dilê xwe dane MHP,CHP û BDP’ê  diki.  Bila kes bi zimanê MHP’ê yê ku xwînê dibarîne, bila kes bi aloziya BDP’ê, bila kes bi şîrovên hinek nivîskarên serê mirovan tevlîhev dike bawer nekin.

Erdogan balkişand ser mijara ‘aqilmendan’ û diyar kir ku, wan di vê mijarê re daxuyaniyek nedane û wiha got: “ Me di derbarê aqilmendan de daxuyaniyek nedaye. Di kanaleke televîzyonê de, min got dibe ku ‘komeke aqilmendan’ pêk were. Vê biryarê em didin, çapemenî nekare bide. Berpirsê vê emin. Hesabê vê em didin. Bi sebir li me temaşe bikin. Ger em biryara aqilmendan bidin em dê pêngake ku 780 hezar kîlometreyî dagir dike bavêjin. Lê belê ew dê bibin heyeta me ya muşavere. Hewcedariya me dibe ku bi komeke wisa hebe. Em dixwazin her alî li vir be. “

Erdogan ji ber bûyera Mavî Mara ya Israîlê jî ji Tirkiyeyê lêborîn xwest û di derbarê plana piştperdeyî de jî agahî da.