Erdogan li xwe mikur hat: Em destûr nadin parêzer biçin Îmralî
Erdogan li xwe mikur hat: Em destûr nadin parêzer biçin Îmralî
Erdogan li xwe mikur hat: Em destûr nadin parêzer biçin Îmralî
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan îtîraf kir ku, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayek ya dewletê ye û îdîakir ku, ''Parêzer agahiyên derew û şaş tînin û dibin" û ji ber vê yekê em hevdîtinê nadin kirin.
Serokwezîre Dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan li Balikesîrê di civînek ya bi rêxistinên sivîl re li xwe mikur hat ku, sedemê ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heya niha destûr nadin parêzer biçin gel muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan polîtîkayek ya dewletê ye. Erdogan îdîa kir ku, “Parêzerên agahiyên derew û şaş tînin û dibin.”
Erdogan aşkera kir ku, ew tenê ji hevdîtina bi malbatê re destûrê didin û got : ''Ez bawer dikim ku vê yekê jî li navneteweyî û neteweyî hinek tişt bi me dan qezenckirin. Heke li vir riyekî derketinê hebe em niha vê riyê diceribînin. Em dê biceribînin û ligel hinek kesan em vê taloq nakin. Heke ligel vê yekê me gav avêtiye ji ber riya çareseriyê ye."
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Çi bikin bila bikin riya xilaskirina vî gelî asteng nakin. Em bi destûra xwedê û piştgiriya we dê vê pirsgirêk çareser bikin. Li welatê dayîk lê bigirîn dê ew welat baş nabe. Em dê lorîkên dayîkan bidin rawestandin."