Ercan Kanar: Di pakêtê de sererastkirinek azadîxwaz nîne
Ercan Kanar: Di pakêtê de sererastkirinek azadîxwaz nîne
Ercan Kanar: Di pakêtê de sererastkirinek azadîxwaz nîne
Parêzer Ercan Kanar ku bi salan e dikeve dozên cezaya, diyar kir ku pakêta ku Erdogan aşkera kiriye, ji bendewariya dur e û wiha got: “Sererastkirneke azadixwaz ya girîng ne mijara gotinê ye. Pakêteke ku ji aştiya pozîtîf re xizmetê bike nîne.”
Kanar ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku sererastkirina der barê xwendika perwerdehiya zimanê dayikê ya li dibistanên taybet kêm e û wiha got: “Em bi pakêteke ku li hestirê guh hene, re rû bi rû ne.
Kanar destnîşan kir ku pakêt daxwaza perwerdehiya zimanê dayikê nayne cih û wiha pê de çû: “
Di Qanûna Têkoşîna bi Terorê re, di darizandina cezayê, pergala înfazê de der barê girtiyan tu guherînek ne mijara gotinê ye. Benda hilbijartinê ranake. Dema ji sedî 5 dadixîne, pergala herêma teng tîne, ev jî di alî partiyên siyasî de ferzkirineke nû tîne. Di esasa xwe de AKP li gorî hewcedariyên xwe sererast dike. Di Qanûna Partiyên siyasî de ji bilî Tirkî, derfeta ku bi zarava û zimanên din propagandayê bike dide. Der barê sûcên nefretê û her wiha ji bo navên berê yên cihan bê dayîn sererastkirinek tune. Yanî bi kurtasî serarastkirineke azadixwaz ya girîng ne mijara gotinê ye. Pakêteke ku ji aştiya pozîtîf re xizmetê bike nîne.”