Endamên PYD û Tevgera Êzidî dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin
Endamên PYD û Tevgera Êzidî bi armanca protestokirina êrîşên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li bajarê Ulm ê Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Endamên PYD û Tevgera Êzidî bi armanca protestokirina êrîşên qirkirina siyasî ya dewleta Tirk li bajarê Ulm ê Elmanyayê dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.
Li bajarê Ulm ê Elmanyayê bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, rakirina qedexeya PKK’ê û bidawîkirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd bi daxwaza berdana siyasetmedarên gelê Kurd ji bo 3 rojan greva birçîbûnê hat destpêkirin.
HDK-Ulm jî destekê dide greva birçîbûnê ku îşev dest pê kir. Çalakî wê roja Yekşemê, piştî ziyaretên li CDÛ û SPD’ê û her wiha radestkirina dosyayan, wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.