Endamên Kolektîfa Jinan Midûriyeta Wezarata malbatê dagir kirin
Endamên Kolektîfa Jinan Midûriyeta Wezarata malbatê dagir kirin
Endamên Kolektîfa Jinan Midûriyeta Wezarata malbatê dagir kirin
Jinên endamên Kolektîfa Jinên Zanîngehê, destnîşan kirin ku AKP û Wezîra Polîtîkayên Civakî û Malbatî Fatma Şahîn polîtîkayên dijminahiya jinê dişopînin û Midûriyeta Navendî ya Polîtîkayên Civakî û Malbatî ya Cagaoglu dagir kirin.
Jinan li avahiyê pankara ‘Em AKP’ê hişyar dikin, em li dijî dijminê jinê têdikoşin’ vekirin û li wir rastî êrîşa polîsan hatin.
10 jinên zanîngehê yên endamên Kolektîfa Jinan hatin binçavkirin û kesê hatin binçavkirin birin Qerekola Sîrkecî. Her wiha komeke ji 25-30 kesî pêk tê jî çalakiya xwe didomînin.
Jinên hatin binçavkirin dema ji avahiyê derdixsitin, di derenceyan de bi erdê re kaşkirin. Hate hînbûn ku jin li Qereqolê hatine derbkirin.