Endama Meclîsa HDP’ê ya Melezgir ji erkê hate girtin

Wezareta Karê Hundir a Tirk ji 6 endamên meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Melezgirê Sema Tekîn ji erkê girt.

Bi fermana Wezareta Karê Hundir ê Tirk ji 6 endamên meclîa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şaredariya Mûşê Sema Tekîn ji erkê hate girtin. Endama Meclîsê Sema Tekîn a anî ziman ku ji aliyê emiyetê ya navçeyê ve bi telefonê li wê geriya ye û bi rêya telefonê agahiya ji erkê girtinê ji bo wê hatiye ragihandin.

Meclîsa Şaredariya HDP’ê 6 jê HDP’î, 4 AKP’î û yek jî CHP’î ye.

Sema Tekîn a nerazîbûn nîşanî biryarê da got: “Di demekê de têkoşîna bi vîrûsa Koronayê re tê kirin, ji erkê girtina endfamên Meclîsa HDP’ê karekî ji derveyî aqil e. Desthilata ku ji serketinên me jinan xwe ranagirin, êrîşî destkeftiyên me dike. Ev tê wateya derbeya li vîna gel.

Di hilbijartina 31’ê Adarê ya 2019’an de HDP’ê li Melezgirê 3 hezar û 638, AKP’ê jî 3 hezar û 641 deng bi dest xistibû. Li navçeya AKP bi 3 dengan li pêş bû, tevî hemû nerazîbûnên HDP’ê ya ji nû ve dengên nehatine pejiarandin ji nû ve bên hejmartin Desteya Hilbijartinê ya Bilind ev yek red kir.