Encamnameya civîna Konseya Rêveber a KNK'ê

Konseya Rêveber a KNK'ê rewşa li çar aliyên Kurdistanê bi berfirehî nirxand û ji bo dema bê plansaziyek diyar kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya KNK'ê encamnameya civîna xwe eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku civîna konseyê 11'ê Nîsana 2021'ê bi awayekî online pêk hat û bûyerên siyasî, rewşa Kurdistan û Cîhanê bi berfirehî lê hate nirxandin.

Li gorî daxuyaniyê, xebatên derbasbûyî ji aliyê berpirsyarên komîsyon û komîteyan ve hatin nirxandin û civîn bi taybetî li ser karên rêxistinî yên KNK'ê rawestiya.

Hate ragihandin ku yek ji xaleke girîng a rojeva civînê hilbijartina endaman û nûkirina dezgehên KNK'ê bû û hate gotin, "Civîn li ser wê xalê jî rawestiya û gava nûkirinê da destpêkirin. li gorî rewşa pandemiyê ev kar wê bê meşandin. Peyre jî karên dema pêş hatin plankirin."

Encamnameyê wiha dewam kir:

"Kurdistan, Rojhilata Navîn û bi giştî Cîhan, ber bi guhertinan ve diçin. Li Rojhilata Navîn alozî, şer û qeyranek mezin hene. Kurdistan jî weke welatên din di nava van alozî, şer û qeyranan re derbas dibe. Heta mirov dikare bêje ku alozî, şer û qeyranên li Kurdistanê, ji yên gelek welatan zêdetir û girantirin. Ev rewş, hem metirsî hem jî derfetan bi xwe re tîne. Ji bo vê yekê di gav avêhtinê de divê Kurd pir bi hesas û bi hesab tevbigerin.

ÊRIŞÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ, TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA LI DIJÎ VAN ÊRIŞAN

Li bakurê Kurdistanê, şer û tekoşîna man û nemanê berdewame. Dewleta Tirk bi hemî îmkanên xwe ve êrîşê gelê Kurd û destketiyên Kurdan dike. Niha êrîşa mezin li ser siyaset û siyasetmedarane. Dixwazin HDP'ê bigrin û Kurdan ji qada siyasî dûr bixin. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, her weha li Başûr û li Rojava jî êrîş dike. Roja îro dewleta Tirk bûye dijminê me yê sereke, dijmin û dagirkerên din jî, li hember gelê Kurd rêk dixe û pêşkêşiyê ji wan re dike. Li hember êrîşên dewleta Tirk, berxwedana gel û xebatkarên şoreşê, li her cih û deverê berdewame. Berxwedanek bêhempa tê meşandin. Têkbirina operasyona berfireh ya artêşa Tirk û serketina Garê, di şoreşa Kurdistanê de bû hemleyek mezin. Di pîrozbahiyên Newrozê de, di rewşa pandemiyê de derketina bi milyonan mirovî, di destpêka sala nû de bû serketina duyemîn. Ev dide nîşan ku yek rê li pêşiya me heye; ew jî xurtkirina hêzên berxwedêr e û xurtkirina berxwedanê ye. 

REWŞA ROJHILATÊ KURDISTANÊ

Li Rojhilatê Kurdistanê, binpêkirina mafên mirovan, sêdaredana girtiyên siyasî, zext û êrîşên dewleta Îranê yên li ser gelê me berdewamin. Dewleta Îranê hêzên xwe yên leşkerî yên bijare li Kurdistanê bi cihkirine. Dem dem jî li hember hêzên Kurdî operasyon û êrîşan dike. Her wiha terorkirina xebatkar û kesayetiyên Rojhilatî, li derveyî sînorê Îranê jî, karekî sereke yê rejîmê ye. Ji ber siyaseta dewleta Îranê ya aborî ya ku gelê Kurdistanê feqîr dihêle û gel bêkar dihêle, rewşa aborî ya Rojhilatê Kurdistanê hingî diçe xirabtir dibe. Encamên vê siyaseta birçî hiştinê, dibe sedemê pirsgirêkên civakî, koçberî û kolberî yê. Her wiha hêzên dewleta Îranê, di bin navê parastina sînor de, rojane kolberên Kurd dikujin. Ev kesên henê ji ber ku Kurdin têne kuştin.

Di civînê de, rewşa rojhilatê Kurdistanê bi berfirehî hate nîqaşkirin. Peymanên dewleta Îranê yên li gel Çîn û Rûsya jî hatin nirxandin. Her wiha li ser encamên Konferansa Rojhilatê ya ku di meha Sibatê de hatî çêkirin hate rawestan û konferans bi awayekî serketî hate dîtin. Ji bo biryarên Konferansê bêne cîbicîkirin, komîteyek hate erkdarkirin.

'METIRSÎ Û XETERIYA LI SER ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DEWAM DIKE'

Li rojavayê Kurdistanê, rewşa hesas û êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wê berdewamin. Dewleta Tirk, li derfetan digere ku êrîşên xwe berfireh bike û destketên gelê me yê li Rojava têk bibe. Ev metirsî û xeterî berdewame. Li alê din rejîma Şamê jî, nayê ser maseyê muzakereyan û gefan li Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûrî dixwe. Peywendiyên Rêveberiya Xweser yên Navneteweyî, niha ji sala derbasbûyî baştirin. Lê li gel gelek peywendiyên navneteweyî jî, heta niha di asta Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên din ên navneteweyî û dewletên mezin de, destketên gelê me yê li Rojava nehatine fermîkirin. Divê di hemî waran de Rêveberiya Xweser bê xurtkirin, di heman demê de divê dîplomasiyek xurt jî bê meşandin û statûya herêmê bê fermîkirin. Ev kar jî bû karekî dema pêş ê plansaziya civînê.

REWŞA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Mixabin li başûrê Kurdistanê jî pirsgirêk berdewamin. Bi taybetî piştî referandûmê ku wê ve girêdayî deverên dabirayî (deverên Madeya 140) carek din ji teref hêzên Iraqê ve hatin dagirkirin; ji wê demê û heta niha li Başûrê Kurdistanê, qeyran giran û kurtir bû. Ev qeyran siyasî ye, aborî ye, civakî ye, dîplomatîk e û di hemî warên jiyanê de derdikeve pêş. Peywendiyên li gel hukumeta Iraqê, weke tê xwestin nînin. Pirsgirêka petrol û budceyê, her çend van rojên dawî hinek gavên pozîtîv hatibin avêhtin jî, lê pirgirêk temamî nehatine çareserkirin. Problema mezin a deverên maddeya 140'in. Di serî de li Kerkûk, li deverên din yên germiyan û giştî li hemî deverên dabirayî, rewşa gelê me gelek xirabe. Êrîş li ser gel çêdibin, mal û milkên wan têne talankirin û niştecihên Kurd têne koçberkirin. Dever bi giştî tê Erebkirin. Hingî diçe ev rewş girantir dibe. Tenê problem bi hukumeta navendî re nînin. Êrîşên Tirkiyê û Îranê jî li ser Başûr hene. Ev êrîş rojane berdewam dikin û zererekî can û mal ya mezin didin gelê me.

KNK WÊ LI SER REWŞA ŞENGALÊ KONFERANSEKÊ LI DAR BIXE

Pirsgirêka Şengalê jî hingî diçe kûrtir dibe. Bê ku ji xelkê Şengalê bipirsin, li ser mesela Şengalê, di navbera Hewlêr û Bexdayê de peymanek hate çêkirin. Nûnerên xelkê Şengalê, peymana ku di navbera hikumetên Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê hatî çêkrin, napejirînin û bertekan nîşan didin. Ev jî heqê wana ye. Pirs li wan nehatiye kirin û îradeya wan hatiye binpêkirin. Şengal bi pêkhateyên xwe ve herêmeke xwedî teybetmendiyên cuda ye. Piraniya şêniyên wê Kurdên Êzidî ne û Şengal parçeyeke ji axa Kurdistanê ye. Ji ber vê taybetmendîyê jî, serê sedan salane bûye hedef. Herî dawî jî, wehşeta ji alê DAÎŞ'ê ve li Şengalê hatî kirin, birînên kûr li laşê Şengaliyan de vekirine. Divê Şengal, rewşa xelkê Şengalê û pirsgirêkên Şengalê, bi awayeke taybet bêne nrixandin û çareserî jêre bêne dîtin. Divê îradeya xelkê Şengalê, esas bê girtin. Di civînê de, biryar hate dayîn ku di demeke nîzing de li ser rewşa Şengalê konferansek online bê çêkirin.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ZEXT Û ÊŞKENCEYA LI ROJNAMEVAN Û REWŞENBÎRAN

Li başûrê Kurdistanê, di van demên dawî de li ser rojnemevan, rewşenbîr, mûxalîf û kesên mafê mirovan diparêzin, zext zêde bûne û li gelek cihan jî girtî têne êşkencekirin. Ji gelek girtiyan weke tê xwestin agahî nayên girtin. Hinek girtî ev demeke dirêje di greva birçîbûnê de ne. Ev rewş bi ti awayî nayê qebûl kirin. Em di vî warî de bang li Hukûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku vê rewşa xeter ji holê rakin, mirovên ji bo siyasetê û li ser nêrînên xwe hatine girtin, di demeke zûde werin azad kirin. 

KONFERANSA LI SER REWŞA KURDÊN FEYLÎ

Rewşa Kurdên Feylî jî mijarek ya civînê bû. 41 sal pêş niha qetlîam, jenosid, talankirin û koçberkirina Kurdên Feylî, ji teref rejîma Baes ve, birînek mezin li laşê gelê me de vekir. Ew birîn heta niha jî, nehatiye dermankirin. Pêrsgirêka Kurdên Feylî berdewame. Biryar hate standin li ser rewşa Kurdên Feylî, di demeke nîzig de konferansek online bê çêkirin.

KNK, du salan carekî endamên xwe yên Civata Giştî ji nû ve hildibêjêre û organên xwe jî nû dike. Îsal sala hilbijartin û nûkirinê ye. Ev mijar jî weke mijareke sereke hate rojevê û hate nîqaşkirin. Di rewşa pandemîyê de ev kar wê çawa bê plankirin, emê bikarin di dema xwe de Civata Giştî kom bikin an emê nekarin. Ev hemî pirs û gumanên dema pêşên. Lê gel vê rewşê jî, starta gava nûkirinê hate dayîn. Di dema pêşiya me de, wê li gel endaman, partî, sazî û kesayetan peywendî bêne danîn û nêrîn bêne komkirin. Gorî nêrîn û pêşniyaran gavên pêwîst wê bêne avêhtin.

Piştî van xalan, xebatên din yên dema pêş hatin nîqaşkirin û plansaziyek berfireh ya xebatê hate çêkirin."