"Emniyet dizane kîjan polêsî gule berdaye Ethem"
"Emniyet dizane kîjan polêsî gule berdaye Ethem"
"Emniyet dizane kîjan polêsî gule berdaye Ethem"
Sazî û rêxistinên Kedê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û malbata Ethem Sarisuluk ku di 1'ê Hezîranê de bi guleya polîsan bi girani birîndar bû daxuyanî dan û xwestin bi lezgîn tundiya polîsan bi dawî bibe û faîl bên dîtin.
Sazî, rêxistin û dezgehên kedê KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û malbata Ethem Sarisuluk, têkildarî tundiya polîsan ên li dijî berxwedêrên Parka Geziyê li avahiya Yekîtiya Mulkiyeyiyan civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona daxuyaniyê pankarta "Tundiya polîsan rawestînin faîlan bibînin" vekir û daxuyanî dan. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK'ê Dengîz Sonmez, daxuyani xwend û diyar kir ku 14 rojin berxwedana ku li Parka Gezî dest pê kir û belav bû berdewam dike. Sonmez, anî ziman ku hemû gelê Tirkiyeyê li hemberî tundiya polîsan û AKP'e li ser piyan e. Sonmez, anî ziman ku gel li hemberî polîkayên sersar ên hikûmeta AKP'ê li kolanan bertekên xwe tînin ziman û wiha got: "Serokwezîr bi gotina "Ji sedî 50 girse li pişt min e" û guhê xwe ji daxwazên el ên kolanan re dikiger. Gel li mafê xwe yê heri bingehîn digere û dixwaze."
Sonmez, anî ziman ku ji be tundiya polîsan di van çalakiyan de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û wiha got: ODTU, Reyhanli, Taksim, Kizilay li dijî faşîzma hikûmeta AKP'ê ne. Di serî de kolanên Enqereyê hemû gelê Tirkiyeyê silogana "Her der Taksim her der berxwedan" berz dikin. Lê polîs bi TOMA, Akrep, helîkopteran bi bombeyên gazê, ava şit ^Fu ava îsotan mudaxaleyî hezaran kesan dike. Guleyên rastîn û guleyên plastîk bikar tîne.
Sonmez, sersaxî ji malbatên Îrfan Kaya Mehmet Ayvalitaş Abdullah Comert û xizmên wan re xwest û got bila serê hemû gelê Tirkiyeyê sax be.
Sonmez, anî ziman ku di mudaxaleya polîsan de bi hezaran kes hatin binçavkirin û her diçe hêjmara wan zêde dibe û wiha got: "Di mudaxaleya polîsan de Ethem Sarisuluk bi giranî birîndar bû û hêj talûkeyamirinê ji ser xwe neavêtye. Polîs bi hêrsa ku mirovan bikuje êriş dike û Ethem Sarisuluk bi lêdana mirinê birîndar kirin. Em dixwazin faîlê Ethem Sarisuluk bê dîtin û hesab bê pirsîn. Em dixwazin hikûmet dawî li vê tundiya polîsan bine."
Piştre birayê Ethem Sarisuluk Mustafa Sarısuluk, jî axivî û wiha got: "Hêj rewşa Ethem a tenduristiyê pir giran e û talûkeya mirinê ji ser xwe neavêtiye. Ethem hêj li dijî mirinê têkoşînê dide. Doktoran got dê 1-2 rojên din bijin. Em difikirin ku bizûvên (organên) wî diyarî mirovên nexweş bikin."
Parêzerê malbatê Kazim Bayraktar jî diyar kir ku wan dest bi karê hiqûqî kiriye û lê heta niha tu gav nehatiye avêtin. Bayraktar, anî ziman ku 3 şahidan polîsê ku gule berdaye Ethem dîtine. Polêsê gule berda Ethem, li ber çavê amîrê xwe ev kir. Û ligel vê yekê heta niha der barê polîsê bersûc de tu gav nehatiye avêtin. Parêzer Bayraktar xwest Midûriyata Polîsan dest ji van sûcan berde û polîs aşkere bike