"Emê di konferansê de hevdu temam bikin"

"Emê di konferansê de hevdu temam bikin"

Dayikên Aştiyê girîngiyeke mezin didin "Konferansa Çareseriyê" ya li Amedê were nirxandin û destnîşan dikin ku Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Êzidî û hemû hindikayî, wê di vê konferansê de hevdu temam bikin.

Dayika Aştiyê û endama komîteya amadekar a "Konferansa Çareserî û Yekitiya Bakurê Kurdistanê" Hawa Kiran hêviyên xwe yên ji konferansa çareserî û yekitiyê ya wê di 15-16'ê Hezîranê de li Amedê bê lidarxistin, ji ANF'ê re anî ziman. 

Kiran da xuyakirin ku konferansa Çareserî û Yekitiya Bakurê Kurdistanê wê bibe konferanseke netewî û di vê konferansê de wê herkes xwe bînin ziman û hêvî dikin ku ji aştiyê re bibe wesîle. 

Kiran di dewama axaftina xwe de bal kişand girîngiya konferansên li Ewrûpa, Amed û Hewlêrê ji bo yekitiya Kurdan û destnîşan kir ku divê herkes di vê pêvajoya esas de cih bigire. Kiran got, "Ev konferans, ne konferansek ji rêzê ye. Ji bo sekinandina rijandina xwînê, konferanseke girîng e. Bi beşdariya Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî, Êzidî hemû hindekahiyan emê konferansê lidar bixin û herkesê karibin nêrînên xwe bînin ziman û hevdu temam bikin. Emê hemû hevdu temam bikin, hêvîdarim ev konferans wê bibe wesîleya aştiyê."

"EM JIN, PÊŞENGÊN AŞTIYÊ NE"

Kiran da xuyakirin ku di şerê li dijî gelê Kurd de herî zêde jinan berdêl dane û ji têkoşînê re pêşengî kirine û destnîşan kir, ku ewê di konferansa 15-16'ê Hezîranê de daxwazên xwe bi dengekî bilind bînin ziman.

Dayika Aştiyê ji dayikên leşkeran re jî got, "Eger we jî li hestiyê zarokên xwe bigeriyan, hingî we yê em fêm bikira. Lê kes derdê me fêm nake. Hûn jî werin em dest bidin hevdu û bila zarokên me hevdu nekujin."

Dayika Aştiyê Hawa Kiran bang li cerdevanan jî kir û got, "Hûn jî êşa me bibînin û êdî ji bo aştiyê gavekê biavêjin. Em jin pêşengên aştiyê ne."

"EV KUR ÇI DIXWAZIN?"

Kiran diyar kir ku bila herkes ji xwe bipirsin ka ev Kurd çi dixwazin û weha peyivî: "Êşa vî şerî herî zêde jinan kişandin. Her dayikekê zarokê xwe da vî şerî. Zarokên me ne nezan bûn, dizanîbûn çi dikirin. Hemû diçûn dibistanê, lê gava diçûn dibistanê jî mafên wan nedihat naskirin. Gava em bi zimanê xwe gotinekê jî bêjin, me weke "terorîstan" dibînin. Em ne terorîstin, Kurdan dest dirêjî welat, kevir, axa ti kesî nekiriye. Ev 30 sal in ji bo jiyaneke bi hev re di nava aştiyê de, li ber xwe didin. Me zarokên xwe, ji bo wan bikujin mezin ne kirin. Me zarokên xwe ji bo jiyaneke mirovane mezin kirin. Çiya, kevir, axa Kurdistanê bi kîmyasalê tê lêdan. Hûn kîjan kevirê rakin, di bin de hestiyê zarokên me hene."

Kiran da xuyakirin ku ew azaidyek bêyî Rêber û zarokên xwe naxwazin û destnîşan kir ku divê êdî dewleta Tirk berpirsyariyên dikevin ser milê xwe bicih bîne. Kiran got, "Ji me re dibêjin bila siyasetê bikin, lê siyasetmedarên me li girîgehê ne.Bila Rêberê me, girtiyên me berdin ku em jî karibin siyasetê bikin."

"EM HEVDU TEMAM BIKIN, EV WELAT TÊRA ME HEMÛYANE"

Kiran pêvajoya çareseriyê jî nirxand û got, "Em weke dayikan, emê tevlî vê pêvajoyê bibin. Rêberê me ji me çi dixwaze emê wê bikin, em li dû zarokên xwe ne. Rêberê me bangek kir, zarokên me vekişiyan. Eger ji bo çareseriya pirsgirêkê Kurdan gaveke bi vî rengî avêtibe,divê dewleta Tirk jî bi gavavêtinê bersivê bide. Dayika Aştiyê di dawiya axaftina xwe de got, "Weke mirovan em hevdu temam bikin, ev welat têra me hemûyan dike."