'Em naxwazin cihên me yên pîroz bibin cihên bazirganiyê'

Serokê DEDEF’ê Alî Haydar Ben jî li dijî peyzaja li Çavkaniya Mûnzûrê derket û diyar kir ku bi vê peyzajê re tê xwestin ku nasnameya herêmê bibe cihê rantê.

Di 10 salên dawîn de bi çêkirina HES’an re xwezaya Dêrsimê bi hinceta lêgerîna madenê tê texrîbkirin. Bi ser de jî Ajansa Pêşvebirinê ya Firatê dixwaze tevî walîtiyê li Çavkaniyên Mûnzûrê ya li Pilûrê peyzajê çêbike. Gelê Dêrsimê nerazîbûnê nîşanî vê projeyê dide. Gel û pêşengên Elewî diyar dikin ku Çavkaniya Mûnzûrê ji bo baweriya Elewiyan cihekî pîroz e û ew naxwazin ku ev der ber bibin cihên bazirganiyê û qada rantê.

Serokê Giştî yê Federasyona Komeleyên Dêrsimê (DEDEF) Alî Haydar Ben jî li dijî vê projeyê nerazîbûn nîşan da. Ben derbarê vê projeyê got ku, “Ev peyzaj ji zû ve ye di rojevê de ye. Cara pêşîn di sala 2017’an de hatibû rojevê. Di wê demê de jî me diyar kiribû ku ev proje ne li gorî wê derê ye. Me wê demê ev proje dabû sekinandin lê a niha bêyî ku li fikra gel, saziyên girseyî yên demokratîk û pêşengên Elewî bipirsin hewl tê dayin vê projeyê dîsa çêbikin. Em jî diyar dikin ku ev proje ne li gorî çavkaniyên Mûnzûrê ye, ew der qada sîtê ye û ji ber vê jî divê xebatên wisa neyên kirin.”

Ben diyar kir ku gel ji bo ziyaretê diçe wê derê, qurbanan ser jê dike. Ben got ku, “Heke em dixwazin Çemê Mûnzûrê û Çavkaniya wê were rizgarkirin divê li gundên derdorê pergala parzûnandinê hebe. Divê Mûnzûr neyê qirêjkirin. Kêşeyên bi vî rengî hene lê berevajî wê hewl tê dayin li ser çavkaniyan proje were çêkirin. Bi vê projeyê re belkî çend çaviyên avê bimiçiqin. Di vê projeyê de ji bo kamp, seyran, otoparkê heye. Dixwazin wê derê di warê bazirganî de pêşkêşî hinek kesan were kirin. Em naxwazin ev cihên me yên ji bo baweriya me pîroz e, bibin amûra rantê. Siberoj ji bo çûna wê derê, wê pere were stendin. Dixwazin wê derê bikin cihê kêf û şahiyê. Pê re jî wê otel filan werin avakirin. Em jî diyar dikin ku divê bi tu awayî mudaxeleyî Çavkaniya Mûnzûrê neyê kirin.”

Ben diyar kir ku bi 12’ê Îlonê re zindîbûna li wê derê bû beton û got, “Xweza û bîra wê hate tunekirin. Beton bera ser bîra me dan. Em naxwazin li wê derê tiştek were kirin. Amadekarên vê projeyê dibêjin em bi Pîrên Elewiyan şêwirîne? Gelo kî ne ew pîr? Pîrên ku baweriya Elewiyan dişibînin baweriya Suniyan. Em vê asîmîlasyonê qebûl nakin. Heke tiştek wê li wir were kirin, bila gelê me, zanyar û desteyên zanistî biryara vê bidin. Em vê mudaxeleya navendî qebûl nakin. Divê em xwedî li Mûnzûrê derkevin yan na wê di demên pêş de xebatên madenê jî were destpêkirin.”