‘Em ji Tirkiyeyê pêngavên erênî dipên’

‘Em ji Tirkiyeyê pêngavên erênî dipên’

Parlamenterê Partiya Çep Jacop Johanson ku di meha gulanê de bi parlamenterê Partiya Karkeran a Demokrat Sosyal a Swêdê Yilmaz Kerîmo re  çibû Tirkiyeyê, diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew kêfxweş kirine. Johanson da zanîn ku piştî vê bangê li Kurdistan û Tirkiyeyê rehetbûnek heye û got ew li benda pêngavên erênî yên detshilatdariya AKP’ê ne.

Jacop Johnson ku bi nûnerên rêxistina girseya demokrastîk, bi nûnerên seferatxaneya Swêdê û girtiyên KCK’ê re hevdîtin kir û çavdêriyên xwe ji ANF’ê re nirxand.

Johanson da zanîn ku ligel dewleta tirk gotinên xwe yên terorîst ji bo PKK û Ocalan pêk tîne jî bersivên erênî da banga Ocalan û got ev pêşveçûneke erêniye. Johanson wiha got: “PKK û Ocalan pêvajoyê bi mantik dimeşîne. Ev ligel hemû provakasyonan berdewam kir. Di meha Gulanê de dema Gul hat Swêdê jê re hat gotin ku hunê li hember pêngava PKK’ê çi bikin, hunê çi mafê bidin kurdan. Got divê destpêkê çek bên danîn. Got dê di nava sînorên diyarkirî de xweserî bo kurdan bê dayîn. Lê zêde neket mijarê. Niha kurdan pêngav avêt. Divê Tirkiye jî pêngava bavêje. Min heta niha bo bendewariyên kurdan pêngavek erênî nedît. Siyasetmedarên girtî nehatin berdan.”

Johnso got ji 6 partiyên Swêdê wek temsîl serdana Tirkiyeyê pêk aniye û got: “Di rojên gerîla vedikişiyan de gera min a Tirkiyeyê pêk hat. Em sînyalên  erênî yên Erdogan, Gul û AKP’ê erênî dibînin. Gelek zehmeteke ku hemû  partî li ser makeqanûnên bibin hem fikr. Lê divê xalên ku mafên kurdan dikin bin temînatê hebin. Ji bo ku hevdîtin bi erênî derbas bin divê şert û mercên Ocalan bê başkirin. Divê bi nûnerên PKK û cîhana derve re têkiliya wî bê danîn.

Her wiha parêzer Muharrm Erbey wek vexwendiyê komîteya me li Parlamentoya Swêdê axivî û ji ber vê hat darizandin. Erbey û hevalên xwe 3 salin di girtîgehê de ne. Mirov ji ber fikr û ramanên xwe nekarin bên darizandin.Di serî de Erbey û hemû hevalên xwe divê bên berdan.

Her wiha em li dijî damgeya terorê ya li ser PKK’ê ne. Ji bo pêvajo bi erênî bimeşe divê hikûmeta tirk zimanekî erênî bikarbîne.”