‘Em êşên xwe vegerînin aştiyê’

‘Em êşên xwe vegerînin aştiyê’

Sultan Yaşar ya 76 salî ku sê zarokên xwe û du neviyên xwe di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de winda kirine xwest ku, di vê pêvajoyê de Kurd û Tirk êşên hev fêm bikin û van êşan vegerînin aştiyê. Yaşar bang li ‘aqilmendan’ jî kir û got: “Tiştên ku Kurdan jiyan kirine ji gelê Tirk re baş vebêjin.”

Sultan Yaşar ya 76 salî zarokê xwe yê herî mezin M. Nûrî Yaşar (27) di sala 1987’an, zarokê xwe yê navê Adil Yaşar (25) di sala 1997’an û zarokê biçûk Ehmed Yaşar (16) di sala 1998’an di pevçûnên rûda ne de winda kirin. Neviyê xwe yê 17 salî Saîm Akgun 1994’ê û neviyê xwe yê 21 salî Fikret Arslan jî 2008’an di pevçûnê de winda kir.

Sultan Yaşar da zanîn ku, di vê pêvajoya ku em ketinê de pêwîste Kurd û Tirk êşên hev fêm bikin. Sultan Yaşar balkişande ser ku pêwîste em li dijî şer êşên xwe vegerînin aştiyê û wiha got: “Ez gelê Tirk jî fêm dikim, wan jî gelek êş kişandin.”

Sultan Yaşar anî ziman ku, wan xwe negihandiye termê kurê xwe yê biçûk Ehmed Yaşar û ew nizanin ka gorek wî heye yan na. Sultan Yaşar destnîşan kir ku, “Ez gelê Tirk yê li dijî pêvajoya çareseriyê jî fêm dikim. Kezeba wan jî şewitî. Êşa ewladê li herderê hemane. Lê belê pêwîste ew zarokên xwe yên mayî bifikirin, ji bo ew jiyan bikin pêwîste piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Min sê zarok û du neviyên xwe winda kirin, lê belê ez aştiyê dixwazim, ev pirsgirêk bi kîn û nefretê çareser nabe, em dê zarokên xwe yên mayî jî winda bikin.”

Sultan Yaşar ya dibêje “Tirk û Kurd birane” wiha berdewam kir: “Bila aqilmend tiştên ku Kurdan jiyan kirine ji gelê Tirk re vebêjin, bila jêre bêjin em ne terorîstin. Em aştiyê dixwazin, ji bo jiyana zarokên me yên mayîn ji aştiyê pêve rêyek din ya me tuneye.”