‘Em ê her tim heqîqetê li rûyê fîravûnan bidin’

Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) Omer Çelîk têkildarî girtina ajansa wan axivî û diyar kiri ku ew ê karê xwe dewam bikin û wiha got: “Em ê di rêya Apê Mûsa de bimeşiş û tim heqîqetê li rûyê firavûna bidin.”

Bertekên li dijî girtina DÎHA, JINHA û Rojanmeya Azadiya Welata ya ji aliyê Hikûmeta AKP’ê ku bi Biryara Di Hikmê Qanûnê de dewam dikin. Midûrê Ajansa Nûçeyan a Dicle (DÎHA) Omer Çelîk têkildarî girtina ajansa wan axivî û diyar kir ku ew wan êrîşan qebûl nakin li dijî bêhiquqiyê wê tim binivîsin.

Çelîk anî ziman ku li Kurdistanê hikûmeta AKP’ê û diktatorê Qesrê polîtîkayekî şerê topyekûn daye destpêkirin û berê êrîşan ketiye çapemeniya azad. Çelîk bi bîr xist ku ew weke DÎAH’yê 47 care tê girtin, hê jî 9 nûçegihanên wan girtî ne, çawa ku di dîrokê de ev êrîş û zext bi ser neketin wê di roja meya îro de jî li beramber çapemeniya azad bên mekûm kirin.

Çelîk wiha got: “Weke duh çawe çapemeniya azad têkoşîna xwe ya ragihandinê meşand îro û wê sibehê jî bi awayekî hê bi xurtir bide meşandin. AKP di be ku bifikire di rêya rast de ye, lê di aliyê me de ne wisa ne. Em ê di rêya xwe de hê xurtir bimeşin.”

Çelîk bal kişand ku êdî nûçegihantî ne tenê di avahiyekê de bê sînordarkirin, bê ku girêdayî cihekê be xebatên xwe yên rojnamevaniyê dide meşandin. Çelîk wiha anî ziman: “Dibe ku êrîşên li dijî me hê dijwartir bibin. Dibe ku ajansa me duh hatibe girtin, lê hê jî hevalên me li derve nûçeyan amade dikin û dişopînin. Girtina van saziyan, mohrkirin deriyan nayê wateya astengkirina xebatan. Çi astengiyan derxisn bila derxin em ê di rêya xwe de bimeşin. Em ê tim di rêya Apê Mûsa de li dijî fîravonan her demê rastiyê li rûyê wan bidin.”