BI DÎMEN

Em ‘Bêhiqûqiya’ YSK’yê nas nakin

Bi sedan kesên ku li Beşîktaşê kom bûn, encamên referandûma bi hîle û gotina Desteya Hilbijartina Bilind (YSK) a “Bêqanûnî nehatiye kirin” protestokirin.

Welatiyên ku dirûşmên “Diz,hevkar YSK’ qîr kirin, diyar kirin ku wê biryara YSK’yê nas nekin û wê doza xwe ya maf li kolanan bi çalakiyan bidomîni.

Bertekên li dijî referandûma bi hîle û gotina YSK’ya ya “Bêqanûnî nehatiye kirin” her ku diçe mezin debe. Bi sedan welatiyên ku di pêşengtiya Meclîsa NA’yê de li pêşiya Peykerê Beşîktaş Kartal kom bûn, nerazîbûn li dijî biryara YSK’yê diyar kirin û pankarta “NA, em bi serketin” vekirin û dowîzên“Na bi dawî nebûye, nû destpê dike”, “Bila referandûm betal bibe”, “Na bi serket” bilind kirin û bi yek dengî dirûşmên “Dizîn heta kengê, ev der dawî ye”, “Diz, hevkar YSK”, “Beşîktaş ji dizan re dibêje NA”, “Na bi ser ket, YSK’ê dizî” û “Em te nakin serok” qîr kirin. Carekî din qîr kirin ku biryara YSK’yê nas nakin. Welatiyên derdor jî piştgirî dan çalakgeran û peyama em rê nadin sîstema serokatiyê dan.

 ‘DIVÊ EM LI KOLANAN XWEDÎ LI NA’YÊN XWE DERKEVIN’

Di daxuyaniya li ser navê girseya ku li Qada Peykerê Baz strana “Wê rojên xweş were” qîr kirin de hate diyarkirin ku li vî welatî, heq, hiqûq û edalet ne maye. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Eger li vî welatî hiqûq û edalet nemaye, em jî ji bo distûrên jiyanekî azad, wekhev û demokratîk, em ê têkoşîn bikin.

Di daxuyaniyê de helwestên CHP’ê jî hate rexnekirin û hat diyarkirin ku daxuyaniyên li ser navê CHP’ê tên dayîn wan îqna nakin. Di daxuyaniyê de binî hate xêzkirin ku ew encamên referandûmê nas nakin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi NA’yên ku em bi ser ketin, em ê li kolanan xwedî lê derkevin.”

Piştî daxuyaniyê, hat diyarkirin ku wê ‘NA’yê di 1’ê Gulanê de jî li kolanan qîr bikin.