Elmanyayê hişyarî da: Dibe ku alîgirên Erdogan êriş bikin

Wezareta Karên Hundir a mezintirîn eyaleta Elmanyayê (NRW) diyar kir ku neteweperestên Tirk dibe ku êrişî mirovên muxalîfê rejîma Erdogan bikin.

Karê sîxuriyê ku rêxistina îstîxbaratê ya rejîma Erdogan MÎT li Elmanyayê bi salane dimeşîne êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn. MÎT'ê li nava mizgeftan, komeleyan, konsolosxaneyan û şaxên bankayan tevneke sîxuriyê daniye û herî zêde li Eyaleta Nordrheîn Westfalen (NRW) xwe bi rêxistin kiriye. Wezareta Karên Hundir a vê eyaletê ev agahî parve kir.

Dema dawî piştî ku li Awûstûrya û Fransayê êrişên komên neteweperest ên Tirk zêde bûn, bal çû ser Elmanyayê ku Kurdistanî û Tirkiyeyên li Ewropayê herî zêde li vî welatî ne.

Endamê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ê Meclîsa Eyaleta NRW'ê Serdar Yuksel hefteya derasbûyî pêşnûme pirsek pêşkêşî rêveberiya eyaletê kiribû.

'MEYLA ALÎGIRAN LI SER TUNDIYÊ HEYE'

Di pêşnûme pirsê de ku pêşkêşî Wezareta Karên Hundir hatibû kirin, jê hate xwestin ku bersivê bide pirsên li ser rîska ewlehiyê ya muxalîfên rejîma Erdogan.

Wezaretê di 9'ê Mijdara 2020'an bersiv da. Li gorî bersiva ku gihîşte ANF'ê, wezaretê ragihand ku têkildarî planeke êrişê ya MÎT'ê ya li dijî muxalîfên hikumeta Tirk agahiyek nîne û di mijara 'Neteweperestên Tirk ên alîgirê hikumeta Tirk' de hişyarî hate dayin.

Wezareta Karên Hundir a NRW'ê ragihand, dibe ku neteweperestên Tirk êrişî muxalîfan bikin û diyar kir, "Parvekirinên heqaretê û gefxwarinê yên li medya dîjîtal li dijî muxalîfên Tirkiyeyî yên li Elmanyayê tên parvekirin ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tên zanîn."

Wezaretê diyar kir ku hikumeta Tirk muxalîfên li Elmanyayê weke 'terorîst' dibîne û agahî da ku NRW ne tenê li Elmanyayê li derveyî Tirkiyeyê ew herême ku MÎT herî zêde lê kar dike.

Hate ragihandin ku MÎT di karê xwe de giraniyê dide ser komele û kesên nêzî PKK, DHKP-C, MLKP û Tevgera Gulen û van kom û kesan qeyd dike. Hate gotin, "MÎT xizmên van kesan ên li Tirkiyeyê tehdît dike û bi vî rengî zextê li muxalîfên li NRW'ê dike."