Egîtîm Sen: MÎT zarokan hedef digire

MÎT’ê bi boneya 23’yê Nîsanê ji zarokan xwest ku bi peyvên “îstixbarat” û “sîxûrê veşartî” nameyan binivîsin yan jî wêneyan xêz bikin. Egîtîm Sen’ê nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) bi boneya 23’yê Nîsanê ji zarokan xwest ku bi peyvên “ewlehî” , “îstîxbarat” û “sîxûrê veşartî” an wêneyan xêz bikin an jî nameyan binivîsin. Di daxuyaniya malpera înternetê ya MÎT’ê de bang li zarokên 5-14 salî hate kirin ku hêza nîgaşê bi kar bînin. Ji zarokan hate xwestin ku bi peyvên “ewlehî”, “îstîxbarat” û “sîxurê veşartî” yên qada peywîrê ya MÎT’ê penase dikin wêneyan xêz bikin an jî nameyan binivîsin. Ji malbatan hate xwestin ku wêneyên zarokan xêz kirine û nameyên nivîsandine bi rêya postaya elektronîk bişînin.

Sendîkaya Kedkarên Zanîstê û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ya têkildarî mijarê daxuyanî da, diyar kir ku saziyên weke Diyanet û MÎT’ê derdikevin derveyî qadên xwe yên peywîrê û bertek nîşan da.

Egîtîm-Sen’ê diyar kir ku aktîvîteya ku MÎT’ê daye destpêkirin zarokan eleqedar nake û wiha got: “Ev têgeh weke ne li gorî rastiya zarokan e, ev karên wiha ne peywîra MÎT’ê jî ne. MÎT’ê ji Wezareta Perwerdehiyê pirsiye ku dê aktîvîteyeke wiha li dar bixe? Heke ne pirsî be ev pirsgirêkeke. Heke pirsî be û Wezareta Perwerdehiyê destûr dabe, ev pirsgirêkeke mezintir e.”

Egîtîm-Sen’ê da zanîn ku bi Projeya Ez Xwedî li Nirxên Xwe Derdikevim, ji Hawîrdora Xwe re Hestiyar im (ÇEDES) ku di çarçoveya protokola bi Serokatiya Karên Diyanetê re hatiye îmzekirin, li hundir û derveyî dibistanê aktîvîteyên olî li zarokan tên ferzkirin û bi lêv kir ku xebateke bi heman awayî ji aliyê MÎT’ê ve jî tê xwestin bê kirin.

Egîtîm-Sen’ê bal kişand ku ev yek dê bandoreke neyînî li pêvajoya zîhnî ya zarokan bike û ev tişt gotin: “Nayê qebûlkirin ku saziyên weke Diyanet û MÎT’ê derkevin derveyî xebatên xwe û xebatên li ser zarokan bikin. Ev rewş li dijî mafên zarokan, psîkolojiya zarokan e û ji aliyê pedagojîk jî ne rast e. Divê ev pêkanîn demildest were rakirin.”