DYA'yê ji bo geşta li Tirkiyeyê hişyarî da: Metirsî zêde bû

Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) di hişyarnameyeke de ji bo Tirikiyê weşandî de anî ziman ku li hinek herêmên Tirkiyê metirsî zêde bûye.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê, hişyarnameya xwe ya 10’ê Çileya 2018’an rojane kir. Di hişyarnamê de Tirkiye, bi derbirîna, “Geşta xwe ji nû ve ber çav re derbas bikin” di kategoriya 3. de cih digire.

Li gorî rêjeya metirsiyê, di çar kategoriyan de welat tên rêzkirin. Welatên herî metirs, di kategoriya 4. de cih digirin. Tirkiye di kategoriya 3. de hatiye senifandin.

Di hişyarnameya wezaretê de tê gotin ku, “Ji ber Terorîzm û destgîrkirinên keyfî, geşta xwe ya li tirkiyê ji nû ve ber çav re derbas bikin. Li hin herêman metirsî zêde bûne.”

Di hişyarnameya wezaretê de, di bin sernavê; “Başûr-rojhilatê Tirkiyê û herêmên nêzî sînorê Sûriyê geştê nekin” di kategoriya 4. mîn de cih digire.