Du bira bi îdîaya peywendiya wan bi PÇDK’ê re hene hatin binçav kirin

Du bira bi îdîaya peywendiya wan bi PÇDK’ê re hene hatin binçav kirin

Li Zaxo dû  bira bi îdîaya ku peywendiyên wan bi PÇDK’ê re hene ji aliyê asayîşa Zaxo ve hatin binçav kirin n û ta nîha jî di destê asayîşa Zaxo dene.

Li gorî agahiyên bi dest ketine îro di saet 10:30’an de 2 birayên bi navê Hizm û Selîm Osman ji ber îdîaya peywendiyên wan bi Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê re hene ji aliyê asayîşa Zaxo ve hatin binçav kirin û ta niha jî di destê asayîşa Zaxo dene.

Hat ragihandin ku asayîşa Zaxo gotiye, ji ber ku Hizm Osman û Selîm Osman peywendiya wan bi PÇDK’ê re heye û li gel alîgirên wê diçine seyrangehan ji bo lêpirsînê hatine binçav kirin.

 Hevsera Hîzmî Osman jî da diyar kirin ku asayîşê bêrêzî li himber kiriye û got: “Asayîşê axavtinên dûr exlaqî ji bo gotine. Em tehdît kirîn ku eger agahiya girtina Hizm û Selîm bidîn ragihandinê wê hem Hizm û Selîm bibin cihekî nediyar hem jî malbata wî rêkir li cihekî ku agadariya tu kesê lê nebe.”