Dozgerê AKP’ê îtiraza berdana Leyla Guven kir
Têkildarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guvel a ku ji Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê, biryara berdanê hate dayîn, dozgerê AKP’ê îtiraza biryara berdanê kir. Guven hê nehatiye berdan.
Têkildarî Hevseroka KCD’ê Leyla Guvel a ku ji Colemêrgê bû parlamentera HDP’ê, biryara berdanê hate dayîn, dozgerê AKP’ê îtiraza biryara berdanê kir. Guven hê nehatiye berdan.
Parêzerên Guven a ku li Girtîgeha Tîpa E a Amedê girtiye, ji bo berdanê serlêdan kirîbûn û bersiva erênî hate dayîn. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran bi pirana dengan biryara berdana Guven da.
Dema berdanê dozgerê 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran li dijî biryara dadgehê li 10’emîn Dadgeha Cezayê giran îtiraza biryara berdanê kir.
Dozger diyar kir ku biryara tehliyeyê ne li gorî qayde û qanûnan e û xwest biryara berdanê ya têkildarî Guven were rakirin û daxwaza biryara girtinê bê dayîn.
Serodozgeriya Komarê ya Amedê li ser îtîrazê bi bayê bezê biryara 9’emîn Dadeha Cezayê Giran a Amedê neşand Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Parêzerên Guven anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ji wan re gotiye biryara berdana Guven negihîştiye ber destê wan û got: “Ev pêkanînek dij hiqûqî ye. Biryara dadgehê radiwestînin û sûcê gefa azadiyê dikin.”