Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê didome
Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê didome
Doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê didome
4'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Stenbolê ku 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê di roja 2'emîn de berdewam dike.
4'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên Kurd ên di 5 û 28'ê Cotmeha 2011'an de ji doza "KCK"ê hatin girtin û di navde siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar û akademîsyen jî hene li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvriyê di roja 2emîn de berdewam dike. Di rûniştinê de 111 girtî û parêzerên girtiyan li salonê amade bûn. Parêzer Sînan Zincîr xwest raporên muwekilên wî Kemal Aydin û Zeynel Karagul ji aliyê dadgehê ve ji girtîgehê bên xwestin. Heyetê jî daxwaza Zîncîr qebûl kir û xwest nivîs ji girtîgehê re bê nivîsandin.
Rûniştina dozê bi xwendina îdîanemyê ji rûpela hezar û 382'an de berdewm dike.