Doza Qetlîama Garê: Ji bo 9 bersûcan 101 car cezayê heta heta hate birîn

Di rûniştina doza biryara têkildarî êrîşa 10’ê Cotmeha 2015’an de ku di mîtînga ji aliyê rêxistinên kedê ve hate lidarxistin de ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû, ji bo 9 bersûcan 101 caran ceazayê heta hetayê hate dayîn.

Têkildarî êrîşa di mîtînga li Enqerê ya 10’ê Cotmeha 2015’an de hate kirin, biryar tê girtin. Di rûniştinêm de ji bo 9 kesan 101 caran cezayê heta heta hate dayîn.

Têkildarî komkujiya Gara Enqerê ku 36 bersûc dihate darizandin, ji bo 9 bersûcan bi sûcê ‘bizanebûn qetilkirin’ 100 caran û ji bo sûcê ‘binpêkirina destûra bingehîn’ 101 caran cezayê heta hetayê hate birÎn.

Di doza komkujiya Gara Enqerê ya 10’ê Cotmehê ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dabû biryar hate dayîn. Heyeta Dadgehê ji bo bersûc Abdûlmûtalîp Demîr, Talha Guneş, Metîn Akaltin, Yakûb Şahîn, Hakan Şahîn, Halîl Îbrahîm Alçay, Resû Demîr, Hacî alî Dûrmaz û Huseyîn Tûnç bi sûcê ‘binpêkirina destûra binehîn’ carekê, bi sûcê ‘bizanebûn kuştina 100 kesan’ jî 100 caran bi giştî 101 caran cezayê heta hetayê birî.


Li aliyê din heyeta dadgehê ji bo bersûcan bi sûcê peyana kuştina 391 kes ku 20 ji wan zarok in cuda cûda 27 sal bi giştî 10 hezar 557 sal ceza birî.

Dadgehê li bi hinceta "Di çarçoveya xebatên rêxistinê bêyî destûr peydakirina madeyên talûke de" li bersûc Abdulmutalîp Demîr, Metîn Akaltin, Yakup Şahîn Burak Oramanoglû û Huseyîn Tûnç herkê 10 sal ceza û 40 hezar lîre cezayê pereyî birî.

Her wiha li bersûc Ormanoglû û Akaltin bi tawanbariya "peydakirina çek û guleyên talûke" herkê 10 sal û 6 meh ceza û herkê 36 hezar lîre cezayê pereyî hat birîn.

Dadgehê bi hinceta "endamtiya rêxistinê" li bersûc Burak Ormanoglû, Suphî Alpfîdan, Mehmedîn Baraç, Nîhat Urkmez û Yakûp Karaoglû herkê 12 sal û bi heman hincetê li bersûc Esîn Altintûg (Dûrgûn), Hatîce Akaltin, Yakûp Yildirim û Abdulhamît Boz jî herkê 7 sal û 6 meh cea birî.

Heyeta dadgehê têkildarî bersûcên firarî yên dozê Îlhamî Bali, Savaş Yildiz, Edremît Ture, denîz Buyukçelebî, Yakûp Selagzi, Kasim Dere, Nûsret Yilmaz, Mûstafa Delîbaşlar, Waletîna Slobodjanjûk, Mûhammet Zana Alkan, Omer Denîz Dundar, Cebraîl Kaya, Ahmet Guneş, Kenak Kûtval, Bayram Yildiz û Hasan Huseyîn Ugur biryara cûdakirina dozê û têkildarî bersûc Mehemt Kadir Cabael ku di dema darizandinê de miribû biryara daxistina dozê da.