Doza Nezîr Tekçiyê hate windakirin destpê kir

Doza Nezîr Tekçiyê hate windakirin destpê kir

Nezîr Tekçiyê ku dema li gundê  Yekmal yê girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê şivantî dikir hate binçavkirin û careke din agahî jênehate girtin, doza têkildarî Tekçî hate vekirin îro li Eskîşehîrê destpê kir.

Nezîr Tekçiyê ku 26’ê Nîsana 1995’an li gel komek ya gundiyan dema li gundê Yekmal yê girêdayî navçeya Gever ya Colemêrgê şivantî dikir û  ji aliyê leşkerên Tabûra Komando û Çiyayê Bolû yê girêdayî Boluka 5’mîn ve hatibûn binçavkirin, careke din agahî jê nehate girtin. Doza ku têkildarî Tekçî hatibû vekirin 4’mîn rûniştina dozê li 1’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Eskîşehîrê destpê kir. Li gel malbata Tekçî Parlementerê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora û gelek parêzer tevlîbûn.