Doza Demirtaş: Ji darazê zirxa parastinê ya ji bo Erdogan

Daraza Tirk, bi îfadeyên keyfî cezayê girtîgehê yê bi hinceta “Heqareta li Serokkomar” ji bo siyasetmedarê Kurd Selahattîn Demirtaş kire hincet.

Roja 22’ê Adarê bi îddîaya ku heqaret li Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan kiriye, 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê berê yê Giştî yê Partiya Gelan a Demokratîk Selahattîn Demirtaş birîn.

Li Dadgeha Ceza ya 46’emîn a Asliye ya Bakirkoyê hinceta biryara hatî dayîn eşkere kirin.

Di biryara bi hincet de nêrînên siyasî, dema Erdogan dibe mijara gotinê bû sûç û dema Erdogan dibe mijar gotinê mûtlaqbûna azadiyê jî nîne.

Di biryarê de hincet bi şêweyê, “Bê guman, divê azadiya parlamenter di derbirîna ramanên xwe yên siyasî de were dabîn kirin. Lê belê, azadiya nîqaşa siyasî ne teqez e. Divê ew di çarçoveya azadiya derbirînê de were destgirtin. Di encamê de, kiryarên tawanbar ne girêdayî zirxê parastinê ne” hate eşkerekirin.

Her wiha di biryarê de Erdogan “Serkêşê dewletê û nûnerê yekitiya gelê Tirk” hesibandin, sûcê heqaretê weke sûcê “li dijî dewletê kirî” nirxandin.