'Divê serokwezîr ji bo azadiya Ocalan gavên şênber bavêje'
'Divê serokwezîr ji bo azadiya Ocalan gavên şênber bavêje'
'Divê serokwezîr ji bo azadiya Ocalan gavên şênber bavêje'
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa diyar kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî wekî Mandela di hucreyê de pêvajoya aştiyê da destpêkirin û wiha got: "Sibê dê rayedarên siyasî jî piştgiriyê bidin û dê pêvajo bi zelalî bi pêş bikeve. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin, êdî vegera wê tuneye. Divê Serokwezîr Erdogan ji bo Ocalan bigihêje azadiya xwe gavên erênî bavêje."
Konferansa "Li cîhanê ceribandinên aştiyê" li Hotela Hîll a Taksîmê destpê kir. Konferansa ku di pêşengiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê de pêk hat, ji Afrîkaya Başûr, Welatê Bask, Îrland û Srî Lankayê û gelek kesên din tecrûbeyên xwe parve kirin. Seroka Şaxa ÎHD'a Stenbolê Umît Efe axaftina destpêkê kir. Efe diyar kir ku, qada konferans lê pêk tê, berxwedaneke mezin lê hatiye destpêkirin û got: "Divê ev pêvajoya ku bi bexwedana gel derketiye pêş baş bê xwendin. Îro ciwanên 20 salî nîşan didin aştî dê li qadan destpê bike. Ev raperîna ku niha destpê kiriye ji berxwedana gelê kurd ya li dijî polîtîkayên bişaftinê sûd girtiye.
Efe destnîşan kir ku, wekî li welatên cîhanê li Tirkiyeyê jî di pêvajoyên muzakereyê de vîna jinê, zarokan û gelan li ber çavan nehatiye girtin. Hêzên serdest dixwazin li gorî berjewendiyên xwe li ser maseyê rûnên û muzakereyan pêş bixin.
Di mînakên cîhanê de jî berê jin, zarok û gelên bindest ji aliyê hêzên serdest ve ji nava pêvajoyê tên dûrxistin û wiha axivî: "Gava ev pêvajo berdewam dikir, polîs otorîteya xwe bi jop û gazê danî holê. Heke demokrasî û azadî bikevin binê ewlehiyê, divê Birêz Abdullah Ocalan bigihêje azadiya xwe. Em dê manîfesoya vê pêvajoyê bi berxwedana xwe bihûnin. Aştî dê ji bo me pêşeroje, em dê pêşeroja xwe bi destê xwe ava bikin. Piştî axaftina Efe Serokê ÎHD'ê Osturk Turkdogan axivî.
Turkdogan diyar kir ku, beriya sala 2009'an hebûna kurdan dihat redkirin, piştî wê pêvajoyê hebûna kurdan dihat qebûlkirin, lê vê carê jî hebûna tevgera Kurd hatiye înkarkirin û wiha got: "Li gel agirbesta 20'ê Adara 1993'an heta agirbesta 23'e Adara 2013'an ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û PKK'ê ve hat îlankirin 8 carin agirbest tê îlankirin. Ev pêvajoya ku hatiye destpêkirin, pêvajoya naskirina tevgera kurd e û divê polîtîkayên çareseriyê berdewam bikin."
Turkdogan bal kişand tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ev tişt got: "Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha bi tenê di hucreyekî de tê girtin. Li ser Ocalan tecrîdeke ku awarte tê meşandin. Di statûyeke dijî qanûnan de bi tena serê xwe tê girtin. Ji 27'ê Tirmeha 2011'an û vir ve hevdîtina bi Ocalan re tê astengkirin. Her çend heyeta BDP'ê biçe Îmraliyê jî tecrîd hîn berdewam dike."
'GUH BIDIN DENGÊ GEL'
Piştî axaftina Turkdogan ji Partiya Sortu ya Baskê Gorka Elejabarri derbarê ceribandinên li herêma xwe agahî dan. Elejabarri diyar kir ku, wan li herêma Baskê ji bo aştiyê têkoşîn daye meşandin û ji bo aştî bi pêş bikeve di qada navneteweyî de hin kes beşdarî civînê kirine û ev tişt anî ziman: "Me demeke dirêj di civînan de pêvajo nirxand. Me kelek kes beşdarî van nîqaşa kir û me nêrînê wan girtin. Tişta herî zor me xwe rexne kir. Me bi giştî rêbazên aştiyane hilbijartin. Gava stratejiya polîtîk bê avakirin, divê guh bidin gel. Di konferansê de gelên di qada navneteweyî de cih digirin beşdar bûn. Wan kesan jî banga diyalogê li hikûmetê kirin. Piştî vê konferansê ETA'yê metna 'Ez dawî li têkoşîna çekdarî tînim' weşand."
MANDELLA JÎ WEKÎ OCALAN DI HUCREYÊ DE PÊVAJOYA AŞTIYÊ DA DESTPÊKIRIN
Parêzerê Nelson Mandela Essa Moosa jî destnîşan kir ku, divê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hucreyê de daye destpêkirin, wekî parçeyekî pêvajoya aştiyê bê dîtin û wiha axivî: "Nelson Mandela jî di hucerya xwe de pêvajoya aştiyê da destpêkirin. Di pêvajoyên aştiyê de du rûyê heye; yek parlamento ye. Ya din derveyî parlamentoyê ye. Aştî ten bi hatina gel hev ya van derdu rûyan pêkan e. Ev her du rû bi hev re girêdayî ne. Di vir de rola BDP'ê jî gelekî girînge. Divê di navbera Ocalan û PKK'ê de têkiliyan ava bike."
DIVÊ HEMÛ ALÎ DI MUZAKEREYÊ DE CIHÊ XWE BIGIRIN
Moosa aşkera kir ku, ji bo aştî bi pêş bikeve divê hemû alî li ser maseya muzakereyan cihê xwe bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê rayedarên siyasî jî piştgiriyê bidin pêvajoyê. Êdî vegera vê pêvajoyê tuneye. Divê partiyên siyasî vê mijarê cidî bigirin. Divê ji bo azadiya Ocalan jî Serokwezîr Erdogan gavên şênber bavêje. Divê hemû dîlên polîtîk sebest bên berdan û ji bo kesên li çiyê vegerin malên xwe û piştigiriyê bidin pêvajoyê.