"Divê ev berxwedan li dijî veguherîna Erdogan a dîktatoriyê derkeve"
"Divê ev berxwedan li dijî veguherîna Erdogan a dîktatoriyê derkeve"
"Divê ev berxwedan li dijî veguherîna Erdogan a dîktatoriyê derkeve"
Parlamenterê BDP'ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu berxwedana 14 rojan a Parqa Gezî ji ANF'ê r nirxand û destnîşan kir, ku divê ev berxwedana li gelemperiya welêt deng veda, weke berxwedanek li dijî veguherîna Erdogan a ber bi dîktatoriyê ve, were fêmkirin. Kurkçu got, êdî gel dibêje "êdî bese."
Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku ew vê berxwedanê weke dijderketina li veguherîna dîktatoriyê ya di kesayetiya Erdogan de rû dide, dibîne û anî ziman ku herçend her beşdarên vê berxwedanê xwedî sedemên cûda bin jî, bi awayekî hevpar ji deshilatdariya zilmdar e dibêjin êdî bese. Kurkçu da xuyakirin ku ev serî hildan di heman demê de ciwanên 1968'an aniye bîra wî û got, "Hinekî dişibe tevgera ciwanan a wê demê. Lê belê berxwedana Parqa Gezî ne tenê tevgereke ciwanan e, tevgereke gel e ku bi milyonan mirovên ji her nêrînên cûda yên siyasî tê de cih digirin. Divê ev baş were fêmkirin."
ÇARESERÎ BI RÊBAZÊN DEMOKRATÎK DIBE
Kurkçu ragihand ku ew texmîn nake êrişeke nû ya polêsan rû bide û diyar kir, ku hukûmet li dijî vê berxwedanê, hewl dide çavkaniyên xwe yên civakî û siyasî têxe nava tevgerê. Kurkçu diyar kir ku bi mîtîngan re wê rewşeke nû derkeve holê, lê ji wê demê û pê ve wê tedbîrên polîsî bikevin dewrê û destnîşan kir ku îhtimaleke bi vî rengî wê rê li ber kaosekê veke. Kurkçu bibîr xist, ku ev pirsgirêk ne bi destwerdana polêsan û ne jî bi anîna beramberî hev a girseyên gel çareser nabe, divê çareseriya pirsgirêkê li ser rêbazên demokratîk were nirxandin.
ERDOGAN LÊBORÎNXWESTINÊ WEKE SERÎTEWANDINA ÎMPARATOR DIBÎNE!
Kurkçu axaftinên Erdogan ên ji ya xwe venagere jî rexne kir û got, "Erdogan di prensîbê de lêborîne naxwaze, lê lêborînê dide xwestin. Xwest karê lêborînê Bulent Arinç bike. Di komkujiya Roboskî de jî, hin mirovên mîna lêborînê dixwazin xwe nîşan didan derxist pêş, lê lêborînxwestinê mîna serîtewandina împarator dibîne. Ji ber vê yekê wê lêborînê nexweze."