‘Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin’

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar destnîşan kir ku tecrîd cêwikê bêçareseriyê ye û got: “Divê Abdullah Ocalan raste rast ji raya giştî re biaxive. Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezin bikin.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Mêrdînê bi dirûşmeya “Dem dema HDP’ê ye” Kongreya Asayî ya 4’emîn li dar xist. Kongre li hotêlek li bajêr pêk hat û bi hezaran kes beşdar bûn.

Pankarta “Em duh bi ser ketin em ê îro jî bi ser bikevin” hat daliqandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamentera HDP’ê Pero Dundar, nûnerên rêxistinên sivîl û bi sedan welatî tevlî kongreyê bûn.

Kongre bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir.

Di destpêkê de Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin axivî. Turk banga yekitiyê li Kurdan kir û wiha got: “Roj roja azadiya gelê Kurd e. Roj roja yekitiya Kurdan e.

Hemû xebatên me ji bo azadkirina gelê Kurd e. Li ser destkeftiyên gelê Kurd êrîşên dijwar hene. Her kes di ferqa vê pêvajoyê de ye. Pir eşkere polîtîkayek zilmê ya vê îktidarê li ser gelê Kurd tê meşandin. Armanca vê îktidarê ew e ku li çar parçeyên Kurdistanê destkeftiyên gele Kurd tune bike. Tevî van êrîşên dijwar jî em di berbanga azadiyê de ne. Em ê tev xwe bi dostên xwe re bikin yek û vê pêvajoya dijwar ji ser xwe biavêjin. Çi dibe bila bibe divê em têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin”.

‘EM Ê Bİ HEMÛ HÊZA XWE Lİ BER XWE BİDİN’

Turk destnîşan kir ku Kurd wê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û got: “Gelo îro li Tirkiyê siyasetek ku bersivê bide hêviyên Kurdan ên derbarê pêşerojê de heye? Muxalefetek heye? Divê em li ser vê jî bisekinin. Li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan meş, çalakiyeke demokratîk, bertekeke demokratîk hate lidarxistin. Bi rastî jî wêneyên lîncê li wir derketin holê. Wekîlên me, rêveberên me û hemû kesên beşdarî meşê bûn, bi êrîşan re rûbirû man. Hûn hemû dizanin ku hevala me Salîha rastî derbên giran ên polîsan hat û gef lê hatin xwarin. Lê berdevkê partiya sereke ya muxalefetê ya ku em li bendê bûn, êrîşan şermezar bike lê rabû û got, ‘şîmak li polîsên me xistiye’. Ji ber vê yekê em çawa ji we bawer bikin? Em ê çawa vê bêbaweriyê ji holê rakin, em ê çawa bi wan re bimeşin? Helbet em ê bi hemû hêza xwe li dijî pergala heyî li ber xwe bidin. Lê Kurd bi rastî jî dixwazin di siyasetê de gavên berbiçav bên avêtin û hêviyên wan bên bicihanîn."

‘SİYASETA TECRÎDKİRİNA KURDAN HEYE’

Turk anî ziman ku Kurd bi biryar in ku têbikoşin û wiha got: “Dostên me hene, dostên me yên pir bi qîmet hene ku em wan weke kesên rêya 3’yemîn dixwazin û bi rastî jî demokrasî, demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin hene. Divê em bi gelê xwe re bi van kesan re têkoşîna xwe mezin bikin. Gelek partiyên siyasî yên Kurd hene. Ez jî dixwazim gazî wan bikim. Em amade ne ku bi we re rêya yekitî û têkoşînê bimeşînin. Lê îro li Tirkiyeyê siyasetek tê meşandin. Siyaseta tecrîdkirina Kurdan heye. Di ferqa vê yeke de bin û li gel dostên Kurdan bin û beşdarî vê tifaqa mezin bibin. Bi rastî, gelek tişt hene ku bêne gotin. Çi bikin bila bikin, girtin, zindankirin, îşkencekirin, daxwazên vî gelî û berxwedana vî gelî tu carî ji rojevê dernakeve, nikarin berxwedana gelê me bişkînin. Bi rastî divê em di nav hewldanek cidî de bin û ji bo pêşerojê bixebitin. Îro em behsa 25-30 milyon Kurdan dikin. Hek 25-30 mîlyon Kurd ne girîng bin dengên wan girîng in, dema em 10 mîlyon dengan ji Kurdan bigirin wê her tişt biguhere û ew ê bi Kurdan re li ser maseyê rûnin. Em ji bo vê hişmendiyê dixebitin."

‘EM Ê PÊŞEROJÊ Bİ HEV RE AVA BİKİN’

Piştî Turk, Hevserok Mîthat Sancar derket ser dikê û bi Kurdî, Erebî û Tirkî beşdaran silav kir û dest bi axaftina xwe kir.

Sancar bal kişand ser gelek mijarên girîng û wiha got: “Ez ji Mêrdînê me lê HDP jî ji Mêrdînê ye. Koka wê li ser vê axê ye. Partiya me jî wek reng, deng, çand, ziman û netewên vê axê ye. Di serê mekanên ku herî zêde riha HDP’ê xwe berda ye Mêrdîn e. Em bi rehetî dikarin bejin ku welatê HDP’ê jî cihê ji dayikbûna wê jî Mêrdîn e. Em ê welatek ku her kes dikare adilane û azadî lê bijî ava bikin.

‘Lİ CİHÊ KU ZİLM HEBE WÊ BERXWEDAN Û TÊKOŞÎN JÎ HEBE’

Ev der axa bi xêr û bereket e. Ev bajar bajarê qedîm û dewlemendiya çand, ziman û baweriyan e. Li ser vê axê mirovahî dest bi çandiniyê kirye. Mêrdîn jî yek ji wan bajarên Kurdistanê ye ku her tim di hedefa êrîşan de ye. Zilm li ser vê axê hat kirin û tê kirin. Eger li cihê ku zilm hebe, wê berxwedan û têkoşîn jî hebe. Ev ax axa ku serê xwe li ber bêrûmetiyê netewandiye ye.

Ev bajarê qedîm bi zilmê tê birêvebirin. Ev bajarê xweşik bi rejîma qeyûm tê birêvebirin. Qeyûman li vî bajarî dizî, talanê û bertîlxwarinê dikin. Qeyûm tayînî ser îradeya gelên Mêrdînê hat kirin. Niha jî hem li hundir hem jî li derveyî welat şer tê meşandin. Di hedefa destpêkê ya şerê îktidara AKP-MHP’ê de gele Kurd heye. Her cûre êrîş li ser gelê Kurd tê kirin. Azadiya gelê Kurd tê binpêkirin. Nahêlin ku gelê Kurd jî wek her netewên din azad bibe.

‘ŞER TİŞTEKÎ NAYÎNE’

Heta îro şer ji têgihîştina ewlekarî, dijminatî, înkar û îmhayê pê ve tiştek bi xwe re neaniye. Ji niha şûn ve jî wê şer tiştekî neyine. HDP partiyeke ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd di her qadê de soza bicihanîna erka xwe daye û bi vê armancê hatiye avakirin e. Hevgirtina hêzên demokrasiyê û hêzên li dijî şer ji bo çareseriyê yek ji wan armancan e ku em li ser dixebitin û hewl didin. Daxwaza me ya ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê ya heye û em dixwazin tam jî li dijî polîtîkaya şer çareserî destpê bike.

‘BILA OCALAN RASTE RAST JI RAYA GIŞTÎ RE BIAXIVE’

Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê encama polîtîkayên înkarê ye. Em vê yekê dizanin, heke em çareseriyekê dixwazin, aştiya mayînde li welat pêk were, komar demokratik bibe, hemwelatîbûna azad û wekhev pêk were, divê em têbikoşin ku hemû astengiyên li pêşiya çareseriyê bên rakirin. Yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya çareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye. Ji ber vê yekê em hemû hewl didin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe. Ev pirsgirêkek qanûnî ye, lê ne tenê ew e. Mijareke siyasî ye. Ji aliyê din ve jî şaş e ku daxwaza rakirina tecrîdê tenê bi HDP’ê re bisînorkirî bê dîtin. Heke li Tirkiyeyê muxalefeteke bi aqil hebûya, ji bilî me muxalefetek din hebûya, em li benda wan bûn jî ku destpêkê daxwaza rakirina tecrîdê bikin. Bila tecrîd rabe, da ku Ocalan rasterast ji raya giştî re biaxive. Ev erka her kesî ye. Lê wek ku mezinê me yê hêja Ahmet Turk jî gotiye, mixabin ne di vê mijarê de û ne jî di mijareke din de em nikarin vê îradeyê bibînin. Pergalek sed salî ku bi ambalajên cuda bi berdewamî tê aktîfkirin heye. Tişta ku me di dîroka komarê de ji nîvê pêşîn ê salên 1900’î û heta damezrandina komarê kişand, nûbûn, aktîfkirin û pêkanîna nûjenkirina zihniyetekê ye.”

Sancar di berdewamiya axaftina xwe de rexne li partiyên muxalefetê kir û destnîşan kir ku partiyên muxalefetê ji îktidarê cuda nafikire û zilma li serpartiya me û zextên li ser gelê Kurd ji nedîtî ve tên.

‘ŞERT Û MERCÊ EWİL EW E KU BAWERÎ, BİRYARDARÎ Û ÎRADE HEBE’

Sancar bal kişand ser tifaqek Kurdî jî û wiha got: “Em tifaqek dixwazin ku hemû partiyên Kurdistanî jî tê de werin cem hev. Em tifaqeke demokratîk a berfireh dixwazin ku ne tenê partî, hemû platform, rêxistin, însiyatîf, kesên xwedî wijdan û gel bicivinîn. Vebijêrk ev e, çareseriya rastîn ev e. Li ser milê me ye ku em îradeya pêkanîna vê çareseriyê eşkere bikin. Doza girtinê hebû, Doza Komploya Kobanê heye. Guh nedinê. Di şertên herî zehmet de çawa rê û rêbaz hatin dîtin û têkoşîn mezin bû, wê ji niha şûn ve jî teqez rêyek were dîtin. Wê nikaribin ku ev gel bêvebijêrk bimîne û wê nikaribin gelê me bêhêvî bihêlin. Çareserî heye, çare jî heye, lê şert û mercê ewil ew e ku bawerî, biryardarî û îrade hebe. Ev jî bi me re heye.”

Sancar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Kongreya Mezin a HDP’ê ya 5’emîn ku wê di 3’yê tîrmehê de pêk were û destnîşan kir ku wê kongreya wan peyamek xurt bide raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê û wê kongreya wan bi coş pêk were.

Piştî axaftina hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Mehmet Alî Yîgît û Bêrîvan Bahçecî ji bo Hevserokatiya HDP’ê ya Mêrdînê hatin bijartin.