‘Divê demildest rojnamevan bêne berdan’

‘Divê demildest rojnamevan bêne berdan’

Berdevkê Federasyona Rojnamevanên Ewropa Joachîm Legatîs diyar kir ku, ew ji bo hempişeyên wan ên di çarçoveya doza "KCK"ê de girtî ne hatine Amedê û ji niha û şûn ve wê timî dozê bişopînin, her wiha banga divê demildest rojnamevanan bên berdan kir.

Ji bo Doza sereke ya "KCK" ya Amedê bişopînin Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiye Ercan Îpekçî, Berdevkê Federasyona Rojnamevanên Ewropa Joachîm Legatîs û ligel endam û rêveberên Cemiyeta Rojnamevanên Azad xebatkarên çapemeniya azad li ber edliyeyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan. 

Serokê Cemiyeta Rojnamevanên Azad Hayrettîn Çelîk ê daxuyanî da, ji hikûmetê re got ku tu heqê wê nîn e pêvajoyê li gor hesabê xwe bi rê ve bibe. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê Îpekçî jî anî ziman ku ji bo doza "KCK"ê bişopînin û piştgiriyê bidin hempîşeyên xwe li Amedê ne. Îpekçî bilêv kir ku, Rojnamevan Ehmed Bîrsen û Tayyîp Temel ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî ne û wiha berdewam kir: "Ji ber vê dozê hevalên me nikarin xebatên xwe bikin. Hevalên me yên nêzî 5 salan e ku girtî ne, hîn parastina xwe jî nekirine. Dozên bi vî awayî ne adil in." 

Piştî axaftina Îpekçî Berdevkê Federasyona Rojnamevanên Ewropa Joachîm Legatîs jî anî ziman ku, ji bo şopandina dozê li Amedê ne û ji niha û şûn ve wê tevayî dozan bişopînin. Legatîs banga kir ku, divê demildest rojnamevanan bêne berdan kir.