'Dîrokê çapemeniya Kurd mafdar derxist'
'Dîrokê çapemeniya Kurd mafdar derxist'
'Dîrokê çapemeniya Kurd mafdar derxist'
Rojnameger Ertuş Bozkurd di rûniştina doza rojnamegerên de parastina hevpar xwend û diyar kir ku, bi salene ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên dikin lê tundiyê pirsgirêk hêj kûr kir. Bozkurt anî ziman ku, ligel ji bo çareserî, diyalog û muzakereyê bang kirin rastî bertekên dewlet û medyaya wê hatin û wiha got: "Asta ku em hatinê dîrokê kedkarên çapemeniya Kurd mafdar derxistin."
4'emîn rûniştina xebatkarên çapemeniya Kurd li 15'emîn Dadeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Di rûniştinê de li ser navê hemû rojnamegeran Rojnameger Ertuş Bozkurd bi Kurdî parastina hevpar dike. Bozkurt di parastina hevpar de wiha got: "Birêz dadger, îro ev rojnamevanên li hemberî we tên darizandin ji vê mîrasê tên. Em û ev kesên ku ew ji me re kirine dikarin bi dehan encaman ji vê mîrasê derxin. Ev kesên ku êrîş me kirine bila wekî me bizanin ku em bi vê zordestî û zilmê xwe nadin paş. Em difikirin ku dewlet di vê şaşiyê de israr dike.
Serokwezîr Erdogan di sala 2005’an de li Amedê got bû “ Tiştên ku dewletê salên borî kirine ne rast bûn, em dê wan tiştan dubare nekin. Dîroka ku me li jorê vegot dîroka çewtiya dewletê bû. Tiştê ku îro li me dikin berdewamiya çewtiyên berê ne. Tiştê ku do li me kirin tev ji bela konsepta “ bi hemû awayan şer” bû. Lê îro konsept “ entegrekirin”e. Em hîn li vir in ji ber dewleta ku hêj tiştên salên 90’i berdevam dike. Ew dewleta ku digot “ ji bo pirsgirêkan tundî ne çareserî ye, divê hin rêyên din bên ceribandin”. Ji ber vê yekê wek dîrokê jî nîşanî me daye polîtîkayekî bi tundî naçe serî. Dema niqaşkirinên operasyona KCK’yê kesên ku ev operasyonan diparastin difikirîn ku ev tişt wê qudreta dewletê zêdetir bike û dê pirsgirêkan çareser bike û dê şîdet biqede. Tu kesî nedigot gelo ka qey sucê me heye an tune ye. Ji ber heneka “ fanteziyên çareseriyê” yên di seriyê hin kesan de em hatin girtin. Wek ji sala 1990’an. Wê demê jî hin kesan digot ;“ ku em ew qas gundan vala bikin, bombeyan bavêjin van çiyayan, OHAL îlan bikin, azîneyên leşkerî zêdê bikin dê îcar tevgera Kurd biqede û pirsgirêka ku jixwe tune dê çareser bibe.Wê demê ev azîne nebûn çareserî û îcar jî nabin. Bi deng birandina çapamenî û ramanan çareserî ne mimkun e. Bi dehan salan berê Eîsteîn gotiye “ bi heman ceribandininê bendênayîna encamke cuda ehmeqî ye”. Madem em goh nadin vê gotinê qenî em li pratîka wê binêrin. Dibe ku ew ji bo me bibe pêngavek da ku em ji vê pisrgirêkê xelas bibin."
ÎDIANAMEYA 'JI NÊRÎ ŞÎR DOŞÎNÊ'
Bozkurt wiha axivî: "Em ne di nav rewşa parastineke hiqûqî de ne. Me di serî de hewl dabû ku em vê îzah bikin. Nirxandineke teknîkî ji weziyeta me ya heyî re bes nîne. Sedema vê yekê jî me diyar kir ku, îdiayên bêbingeh û delîlên ku hatin îdiakirinin. Her kesê ku li îdianameyê binêre cara destpêkê çemka pêşdarazî, li hemberî serbestbûna raman û derbirînê, li hemberî çapemeniyê êrîş, hewla qutifandina çapemeniya alternatîf û muxalîf dê bibîne. Ji dîtina wan re kûrahiyeke hiqûqî hewce nake. Dîsa jî me ne niyete ku em zêde neheqiyê li meqama angaştê bikin. Lewre avahîsazê vê operasyonê desthilatdariya siyasî me wekî rojnameger jî nebîne, meqama angaştê ji me re bibêje “terorîst” jî, me ji kargerî û endamtiya “komîteya çapemeniyê” didarezîne. Em bi kurtasî bi bingeha îdianameyê ya ku fikrî delîlên vê îdianameyê û sûcdariyên ku li ser wan hate pêkanîn, dinêrin. Îdianameya ku 800 rûpele, 150 rûpel ji vegotina dîroka PKK û KCK’ê pêk tê. Hûn jî teqdîr bikin ku têkiliya wê ne bi me re ne jî bi medyayê re tune ye. 250 rûpel ji agahiyên der barê pirsgirêka Kurd de yên ku ji organên çapemeniyê û weşanên me hatine berhevkirin, pêk tê. Dîsa xeberdanên ku me di çalakiyên mîna mîhrîcan û panelan de kirine jî dihundirînin. 110 rûpel ji nirxandina tiştên ku bi binçavkirina me re hatin bidestxistin, wekî pirtûk, rojname, kovar, kompîtur, flaş, qertên danasîna çapemeniyê ku derheqê karê me de ne, pêk tê. Dîsa 57 rûpel ji nûçeyên ku nûçegihanan ji bo TV, radyo û hwd. ragihandine, pêk tê. 40 rûpel jî ji nûçeyan pêk tê. Di îdianameyê de 32 rûpel ji axaftinên rojane yên mirovane, 3 rûpel ji SMS, 14 rûpel ji îfadeyên îtirafkaran pêk tê. Tiştekî teknîkî ye lê belê xeberdanên SMS’an ma tenê 3 rûpel in? Bi tevahî 600 rûpel ji gotar, agahî, hevpeyvîn û wêneyên ku me der barê xebatên çapemeniyê de kirine, pêk tê. Ji 600 rûpelan nêzîkî 200 rûpel jî jibergirtina heman materyalan hate dagirtin. Ji naveroka van daneyan re em hin taybetiyan diyar bikin:
1 - Di îdianameyê de saziyên çapemeniya Kurd DÎHA, rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, kovara Demokratîk Modernîte, Şîrketa Belavkariyê ya Firatê û yên din rasterast wekî saziyên terorîst hatine berpêşkirin. Hebûna hikmî ya saziyên Kurd wekî sûcekî hatiye nirxandin û ji îdiayên bêbingeh yên der heqê me de hatine kirin re wekî delîl hatiye nîşandan. Meqama angaştê ji bîr kiriye ku ew saziyên kurd li gorî hiqûqa tirkan hatine sazkirin û girêdayî hiqûqa bacê ne û hê jî di vê pozîsyonê de ne. Dîsa bêxeber in ku ev saziyên Kurd di heman demê de sazî û dezgehên ticarî ne, hebûna wan a hikmî û navnîşanên wan diyar û aşkera ne û hebûna wan saziyan her wiha wekî nîşaneya demokratîkbûna Komara Tirkiyeyê bi xwe tên nîşandan. Rastiyek heye ku rojnameya Azadiya Welat wekî nîşaneya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Serokwezîrê Tirkiyeyê û wezîrê karên derve bi xwe Azadiya Welat ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wekî mînak nîşan didin û Azadiya Welat li derveyî welêt ji çentê wan kêm nabe. Mixabin saziyên kurd di vê îdianameyê de wekî delîlên sûcan cih girtiye.
2 - Taybetmendiya îdianameyê yek din jî ewe ku hewla ji bo îspatkirina kurdbûna me hate dayîn. Ferasetek li ser bingeha sûcê kurdbûnê hate avakirin, feraseteke nijadperest, pêşdarazî û cudakar êrîşeke ku arasteyî hebûnxwaziya me ye. Ev îdianame wekî ku belgeya vê ferasetê ye. Lê belê em kurdbûna xwe venaşêrin, bi nasnameya xwe ya kurd em dixebitin, her wiha em dixwazin ku kurdbûna me were nasîn. Em vê tiştê wekî asta demokratîkbûna Tirkiyeyê dibînin, heta em îzah dikin ku têkoşîna me li hemberî vê ferasetê ye.
3 - Diyalog û peyamên ku peyva ‘kurd’ dihundirîne di îdianameyê de wekî delîlekê cih digire. Meqama angaştê û hêzên ewlehiyê neçar mane û di bin biryara desthilatdariyê ya ku qala girtina me ya mecbûrî dike de maye asê û ev kirina wan an nîşaneya vê tengezariyê ye yan jî nîşaneya nijadperestiya arasteyî hebûna kurdan a ketiye nav qada hiqûqê ye.
4 - Ev feraseta dijberî kurdan di heman demê de bi vê îdanameyê hewl dide ku saziyên çapemeniya kurd kirimînalîze bike. Ev dijberî di asteke ev qas giran de ye ku nakeve tixûbên tu xeyal û pîvanên hiquqî. Wekî ku nefretek 800 rûpel hate nivîsandin. Ji rojnameya Kurdistan ku di sala 1898’an de li paytexta Misirê, Qahîreyê dest bi xebatên xwe kiriye bigire heta radyoya Erîvanê ya ku beriya sazbûna PKK’ê sih salan li paytexta Ermenistanê, Erîvanê dest bi weşanê kiriye; ji kovara Nûbihara ku ji aliyê derdorên oldar ên kurd ve hate derxistin bigire heta kovara Rizgariyê ya ku beriya avabûna PKK’ê hate derxistin, hemû materyal, rojname û kovar di îdianamê de wekî delîlên sûc cih girtine. Ji aliyê kurdên cihê hatine derxistin, naveroka hinekan çand hinek jî ol e, ji aliyê kurdên ji welatên din ve hatine derxistin. Lê ev rewşê naguherîne. Heke wisa nebe rojnameya Xebat ku ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistan ve li herêma Kurdistana Federal hatiye derxistin bi mantiqekî çawa ji bo sûcên me dibin delîl. Ev rewş berhema feraseta li dijî kurdan a aşkere û total e. Heke naveroka weşanê bi têkildarê kurdan re hebe ji bo ku kurdan sûcdar bikin jê re dibin delîl. Lê belê li gorî vê îdianameyê xuya ye ku naverokên wan weşanan û di wan naverokan de hebûn-nebûna hêmanên sûcan qet ne girîng in. Çawa? Weşanên ku di îdanemeyê de li tiştên ku li me hatine barkirin re bûne delîl di heyamekê de derketine û arşîva wan nîn e. Ancax tê zanîn ku ji hêla kurdan ve hatine derxistin û ev taybetî jî ji sûcdariyê re wekî delîlekê hatiye pejirandin.
5 – Hin navên bi kurdî yên bi sedan salane li ser vê xakê têne bikaranîn û bo nimûne bîst û yek sal beriya niha gotina serokwezîr Erdogan, Kurdistan, serok komar Abdullah Gul piştî serîlêdana Norşîn, ji ber qetlîamên dewletê ku gelek caran tên bilêvkirin Dêrsim û Amed ji aliyê meqama angaştê ve ji bo me hatine qedexekirin, bi tîpên bold û binxêzkirî wekî delîlên sûc hatine hesibandin. Qaşo bikaranîna van navan daxwaz û jargona rêxistinê bûne.
6 – Dîsa derdê meqama angaştê ya ku rewşek trajîkomîk ji xwe re kiriye jargonek, vê carê bi peyvên din re wekî delîlên sûcan derdikeve pêşberî me. Peyvên ku mîna ‘abî, heval, yoldaş, arkadaş’ bi axavtina telefonê ji hêla çar hevalan hatine bikaranîn îdaya jargona rêxistinê ji qirkirina hiqûqî re wekî bingeh hatine dayîn. Bi kurtasî di vê rêxistin û îdianameyê de hemanek çek, tundî hemanek wekî kulker û bibir an jî kuştin nîn e. Îdiaya angaştê bi peyv agahî û ramanan ji neçarî bi tabîrek amîyane hewl daye ku ‘ji mêşê don derxe’. Lê belê wekî ku tê dîtin ji donê zêdetîr skecek tirajîkomîk, lê di heman demê de skecek ji rêzê derketiye holê. Lewre jî navê kelala ya şanoyê jî jê heq dernakeve, ew qas ji fêmatî û mentiqê bêpar e.
7 - Di îdianameyê de ji nirxandinên der heqê rojnamegerî û çapemeniyê de bi gotinek herî xweşmêrane ‘nezanî’ jê dirije. Pirsên ku di hevpeyvînan de derbas dibe bi rengek sift û xêzkirî berçav kirine. Bi vê tîştê, pirsên ku ji çavkaniya nûçeyê re hate berpêkirin wekî sûc nîşan dane. Wekî ku pêşniyariya wan ew e ku, hevpeyvîn û agahiyên bêpirs were çêkirin. Em jî ji wan re dîbêjin; qanûneke ragihandinê an jî angaştek nîn e ku bibêje û heta xeyal bike rojnamegerî û rojnameger dikare bêpirs karê xwe bike.
8 - Tişta rast şarezatî û hewla meqama angaştê ya der heqê sûc û hêmanên sûc afirandinê de layiqê teqdîrê ye. Di îdianameyê de hem em hem jî çavkaniyên agahiyên me ji ber nasnameya me kiriye mijara sûcê. Me hay jê heye ku ji fêmkirina vê tiştê re zehf ked hewce dike. Meqama angaştê di îdianameyê de xwestiye ku sîyasetmedar, aktivîst û hin kesayetên ku mulaqat dane me krîmînalîze bike ango sûcdarekî din biafirîne. Piştre jî ji ber ku me bi van kesan re mulaqat kiriye, me sûcdar dikin. Ji bo fêmkirinê em mînakekê bidin: di îdianameyê de hevalê ku bi hevserokê BDP’ê Selahattîn Demirtaş re hevpeyvînek çêkiriye ji propagandaya terorê tê sûcdarkirin. Her wekî tê dîtin li vê derê çavkaniya terorê birêz Demirtaşe. Em jî ji ber ku fikr û ramanên wî bi rêya nûçeyan propagandayê dikin em jî dibin hevparê terorê. Piştre jî ji ber ku em endamên rêxistina terorê ne me birêz Demirtaş bi kar aniye û propagandaya terorê kiriye. Haya me jê heye ku fêmkirina vê tiştê zehmet e. Lê belê em hêvîdar in ku nehêsaniya vegotina vê bêmantiqiyê hûn teqdîr bikin.
9 - Dema ku mirov li îdianameyê dinêre, fêm dike ku di dîrokê de rêxistineke din tune ye ku bi qasî me vekirî û berçav bixebite. Rêxistineke terorî encax evqas dikare aşkera bixebite. Lewre delîlên ku di îdianameyê de hatine rêzkirin ji nîviyê zêdetir ji “Google û Yahooyê” hatine berhevkirin û yên din jî sedî sed ji çavkaniyên vekirî hatine girtin. Ji aliyê din ve her cure seyahatên ku me kirine wekî delîl di îdianameyê de cih digire. Ev destbikêrî ye. Lewre di rojnamegeriyê de gava ku hewce dike seyahat jî têne kirin.
10 - Lê belê pêzanînên hêzên ewlehiyê û meqama angaştê ne ewqas in. Delîlên ku di lehê me de û heta di eslê xwe de rewşên ku wekî delîl jî nayên dîtin li dijberî me wekî delîl hatine bikaranîn. Bo nimûne; bêîstîsna di dosyeyên hemû hevalên me de binçavkirin û girtinên berê jî cih girtine. Ji berê ve hevalên me yên ku serboriyeke wisa pê re nebe jî ji wan re sicîlek xeyalî hate afirandin. Encax di nav wan de yên herî balkêş jî hene. Dosyeya hevalekî ya binçavkirinê, beraatbûnê heta dosyeyên dozên ku jê tazmînat standiye jî di îdianameyê de cih girtiye û dozger ewqas xwe winda kiriye ku dosyeyên wan dozan wekî delîl dinirxîne. Beraat kiriye ji ber ku masûmiyeta wî hatiye qebûlkirin. Ji aliyê din ve ji ber ku mafê wî hatiye binpêkirin mexdûriyeta wî bi tazmînatê ji aliyê dewletê ve hatiye pejirandin. Di gel vê yekê meqama angaştê dixwaze vê mexdûriyeta ji berê bi mexdûriyeteke din dîsa bi kar bîne.
11 - An tu agahdariya meqama angaştê ya derbarê şêwaza xebitînê ya saziyên çapemeniyê de nîn e yan jî ji ber neçariya ku di destê wî de tu delîl nîn in, bi zanebûn serî li vê bêhiqûqiyê daye û av şolî kiriye. Bo nimûne; dîyalogên di navbera gerînendeyê nûçeyan-edîtor, edîtor-nûçegihan, şefê buroyê-nûçegihan wekî talîmat û ferman hatine nirxandin û wekî “hiyararşiya rêxistinî” hatiye nîşandan. Ji bo meqama angaştê dijwariya vê yekê ew e: yê ku di serî de talîmatê dide di dawiya dîyalogê de talîmatan digire. Di nav çend deqîqeyan de pozîsyon serobino dibe. Em dixwazin ji meqama angaştê re bibêjin ku di saziyên çapemeniyê de gerînendeyên nûçeyan, edîtor, şefê bûroyê, nûçegihan hwd. hene. Li gorî vê esasê hîyerarşiyeke pîşeyî heye. Li gorî vê hiyerarşiyê gerînendeyên nûçeyan û şefên buroyan talîmatan didin nûçegihanan, dema ku nûçegihan li qadê bin bi telefonê li wan digerin û çavkaniyên nûçeyan nîşanî wan didin. Nûçegihan jî gerînendeyê nûçeyan agahdar dike û nûçeyan pê dide nivîsandin. Heke li wê derê kesek karê xwe neke, karê wî tê bidawîkirin. Em dikarin vê yekê berfirehtir bikin lê belê ji ber vê pêşdaraziya xwe meqama angaştê bi me bawer nake lewma dikare pirtûkeke nûçegihaniyê bixwîne an jî dikare ji fakulteyeke ragihandinê pisporeke ragihandinê ji bo dadgehê were qazîkirin. Her wiha dikarin ji wî pisporî hîn bibin ka çima saziyeke nûçeyan di serî de agahiyên ragihandin û ragihaniyê di demekî herî kurt de hîn dibin. Dîsa jî em ê bi kurtasî vebêjin. Ji ber ku hemû saziyên çapemeniyê agahiyên ji derve jê re tên dike nûçe yan jî îstîxbarata nûçeyan dinirxîne û bersiva hemû telefonan tê dayîn, agahiyên nûçeyê têne hilbijartin; heke hêjayî nûçeyê be diçe, nebe naçe. Daxuyaniyên çapemeniyê, panel, mîtîng, meş, hwd. her cure îstixbaratê (bi telefon, faks, e-postayê) berhev dike. Ji kesê ku dişîne re nikare bibêje “tu çima vî karî dikî?” Yan jî nikare ji ber vî karî wî îspîyon bike. Ne peywireke wî ya wiha heye ne jî ev yek exlaqî û etîk e. Her wiha ji bilî rojnamegerên ji bo karkirinê dixebitin û xwediyê etîka pişeyî nîn in, aşkera nekirina çavkaniyên nûçeyan ji bo rojnamegeran hewcedariya etîka çapemeniyê ya gerdûnî ye.
12 - Dîsa di îdianame û klasorên pêvek de diyalogên der barê jiyana taybet de û yên ku nepeniya jiyana taybet îxlal dikin hene. Lewma em îdianameyê ne exlaqî, ne micid û derveyî hiqûqê dibînin. Ji ber vê yekê em der barê berpirsyaran de bangewaziya sûc dikin.
Daxuyaniyên ku me li jor anî ziman an jî me xwest ku em bînin ziman didin berçav îdianame bêwate ye û naveroka wê di nav çarçoveya mantiqê de hevnegirtî ye. Ev îdianame êrîşek li dijî heqên demokratik e. Bi tabîrek herî nerm ev, têkiliyeke desthilatdar li ser metoda xebatên weşanê ye. Desthilatdarî li dijî pirsgirêka kurd bi riya darazê têkilî li weşanê dike. Bêguman eger desthilatdarî daraz û dadê wek alavekî civakî bi kar bîne qîm ji dad û darazê re namîne.
Bi kurt û kurtasî meqama angaştê bi vê îdianameyê peyama “bila Kurd nûçegihanî nekin an jî eger bikin bila li ser pirsgirêka Kurd nesekinin. “Her çiqas ev peyam li cem hinek hêzan xwediyê dibêtiyê be jî, li gorî me ev ne mimkûn e û peyamek pûç e. Em nemimkûnatiya vê peyamê bi gotinên Sartre pihêt bikin. Sartre bal kêşandiye ser mijara “çima zencî zenciyan dinivîsin” û nivîsa nivîskarê mezin û navdar Richard Wright mînak daye û wiha gotiye: “Eger em rewşa mirovî tenê yanê em wî wek zenciyek ku li herêma Başûrê DYA’yê hatiye li ser rûyê dinê piştre koçî bakûr kiriye bibînin jî, ancax wê demê em ê fêm bikin li gorî zenciyan mirovên spî çawan in. Gava zenciyek li zenciyên başûr ku %90’ê wan teqez nikarin deng bi kar bînin bibîne, em dikarin bifikirin û bibêjin ku dê ew emrê xwe bi temaşekirina xweşikiya dinyayê derbas bike? Ji ber wê yekê zenciyên li DYA’yê dijîn dema hêza nivîskariyê li ba xwe dibînin, mijara xwe jî wê deme dibînin. Ji ber vê yekê eger em pirsgirêka kurd nenivîsin wê demê rojnamegerî kirin ji bo me mimkûn nîn e. Çimkî eger em digel gotinên Sartre bê pirsgirêka kurd rojnamegeriyê bikin em ê li hemberî dîrok û zagonên şaşnebar yên xwezayê bibin alîgirê desthilatdariyê. Em vê rewşê li rûmet û hesiyeta xwe lêk naynin. Em vê rewşê hem ji kesê ku vê ji me re pêşniyar dike hem jî ji tu kesê re layîq nabînin.
BI RIYA XELET GIHAŞTINA ARMANCA RAST NE MIMKÛNE
Di beşa berê de der heqê delîlên ku di îdianameyê de ne, me fikr û ramanên xwe anîn ziman. Di vê beşê de em ê li argumanên meqama angaştê ku bi delîlên çewt pêk aniye binêrin. Meqama angaştê xwe spartiye van argumanan û wiha dibêje:
- We beşeke Tirkiyeyê wek Kurdistan bi nav kiriye û we li ser vê beşê heq û statû xwestiye.
- We bi vê armancê Tirkiyeyê dijî kurdan wek avahiyek zilimkar daxuyandiye û we bi riya weşana bi nûçeyên çewt li der ve xerabnîşandana Tirkiyeyê ji xwe re kiriye armanc.
- We ji bo ku dinya bizane li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye û li Tirkiyeyê heq û mafên kurdan hatine qespkirin we bi nûçeyan hewl daye.
Eger em bersiva van argumanan bidin:
- Îro ew pirsgirêka ku wek pirsgirêka başûrê rojhilat hatiye binavkirin, bi rastî navê wê pirsgirêka Kurd e.
- Herêma ku wek rojhilat û başûrê rojhilat hatiye diyarkirin ji dîroka kevn heta niha navê wê Kurdistane.
- Gelê herêmê ji bo ku piştgirî dide PKK’ê bi îşkence û terora dewletê re dûçar dimîne. Hin caran jî dewletê bi darê zorê gû li wan daye xwarin.
- Tevgera kurd a çekdar ku ji aliyê PKK’ê ve tê meşandin îro di nav bajaran de bi cih bûye. Hatiye fêmkirin ku bi kontrgerîla, tîmên taybet, Hizbullah, JÎTEM, cerdevan û xerckirina trilyonan ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Metod û rêbazên dewleta kemalîst ên ku ji bo asîmîlasyonê hatibûn avakirin, îro têk çûne.
- Sazkirina parlementoya herêmî, naskirina nasnameya kurdî, rakirina tengasiyên li ber zimanê kurdî û biçûkkirina dewleta navendî dê Tirkiyeyê bêtir demokratîk bike.
- Divê em alîgirê dewletê nebin û divê em ûsluba “terorîst, dabeşkar û cûdakar” bi kar neynin.
Ev gotin an jî bersiv di bin berpirsyariya R.Tayîp ERDOGAN (ku beriya 21 salan di 18 Berfanbar 1991’an de şaredarê Stenbolê bû û niha serokwezîrê Komara Dewleta Tirkiyeyê ye) de ji rapora ku ji bo pirsgirêka Kurd hatibû amadekirin hatine wergirtin.
Meqama angaştê ligel hemû hewlên xwe nekarî ku me jî tiştên dişibin gotin û pêşniyarên ku Erdogan beriya 21 salan wek raporê amade kiribû îspat bike. Kurdan beriya 21 salan gotin û pêşniyarên Erdogan dixwestin û niha jî dixwazin. Tu bandora xebatên me li ser vê rewşê tune ye. Erdoğan beriya 21 salan, gotin û pêşniyarên ku meqama angaştê li me bar kirine hemûyan gotibû û îmzayê xwe li bin raporê xistibûn. Sosret e Erdoğan di rapora xwe de ji partiya xwe re dibêje alîgirê dewletê nebin û endamên partiya xwe tembîh dike. Lê me wek rojnamegerên “anormal” bi nav dike û rexneyên ku me ji bo dewlet û desthilatdariyê kirine wek sûcan dibîne. Digel vî qasî em bêtir li gorî fikr û ramanên xwe rojnamegeriyê dikin. Ji niha pê de jî em ê rastiyê biparêzin, em ê li hemberî xeletî û zilmê li ber xwe bidin. Bi kurt û kurtasî delîl û argumanên meqama angaştê yên çewt gotina pêşiyan a “bi riya xelet gihaştina armanca rast ne mimkûn e” teyîd dike.
Meqama angaştê hêj jî dev ji xeletiyên xwe bernedaye û xeletiyên xwe berdewam dike. Vê carê jî meqama angaştê rasterast me bi rêmanên “Terorîzm û Terorîstiyê” sûcdar û îtham dike. Her çi qas ji yekî zêdetir wateyên terorîzmê hebin jî bi giştî ku hatine pejirandin çend wate hene. Ji wan yek jî eve: Terorîzm, bi zordariyê tirs û bêzarî afirandin û bi darê zorê daxwez pejirandin e. Kesên xwedî wijdan dizanin esil em bi terorîzmê re dûçar dimînin. Em ê lîsteya ku tê de tehdît û îşkenceyên ku li me hatine kirin hene pêşkêşî dadgehê bikin. Di vê çarçoveyê de:
1- Rojnameya yekemîn a kevneşopiya weşana azad “Toplumsal Dîrîlîş” heta îro 65 car hatiye girtin.
2- Tevî nivîskar, edîtor, nûçevan û belavkaran 76 hevalên me hatin kuştin.
3- Bi fermana serokwezîra wê serdemê Tansû ÇÎLLER (ku di Lijneya Ewlehiya Neteweyî de hatibû wergirtin) li Stenbol û Enqereyê xebatgehên rojnameya “ÖZGÜR ÜLKE” di 3 Berfanbar 1994’an de hatin bombekirin. Di encamê de hevalê me Ersîn YILDIZ hate qetilkirin û 21 hevalên me jî birîndar bûn.
4- Di nava 24 salan de 3635 doz ji bo me hatin vekirin. 34 destûrmendî gerînendeyê karê nivîsê û bi sedan hevalên me hatin girtin.
5- Bi reqemên astronomîk cezayên malî hatin birîn.
6- 480 hejmarên rojnameya me hatin komkirin.
7- Weşangeha rojnameya me 2 hezar û 764 roj yanê 8 sal hate girtin.
8- Nivîskar, edîtor, rêveber,nûçevan û belavkarên weşana me bi îşkence û muameleya xerab re dûçar man.
9- Bi 746 biryarên sansûrê weşandina nûçe, gotar û wêneyan hat astengkirin.
Hemû bûyerên ku ji zordarî, tundî û bombekirinê derketibûn holê me gilî dadgeh û darazgehê kir. Lê hemû bêencam man. Dozên ku me birin DMME’yê di encama hemû dozan de bêîstîsna Komara Tirkiyeyê sûcdar hat dîtin. Piştê encama van dozan Komara Tirkiyeyê ji aliyê parastina heq û mafên mirovan ve bû xwediyê sicîlek reş û xirab. Niha jî doza me û bidehan dozên din di dorê de ne.
Qanûna Tirkiyeyê xebatên weşanxana me wek terorîzmê dît û ji ber vê yekê xebatên me sansûr û qedexe kir. Çima qanûna Tirkiyeyê xebatên me wek sûc dît û dibîne lê çima DMME’yê biryarên ku ji bo me hatine dayîn wek sûc didît û niha jî dibîne. Eger em li naveroka 3 hezar û 635 dosyeyên ku ji bo me hatibûn vekirin binêrin, em ê bersivê jî bibînin. Ji ber ku di dosyeyên ku der barê me de hatine vekirin de:
1- Bi tenê şirîkek tune ye.
2- Alavek kujare an jî xeternak tune ye.
3- Dîsa kuştin, birîndarkirin an jî ji van teşebbus, heqaret, biçûkxistin, tehdît, êrîş û hewldanên ji bo van, der barê van de tu şikayet an jî delîl tune ne.
4- Netîce û encamek ku bûye qelskirina mafên mirovan tune ye.
5- Bi kurt û kurtasî delîlên hiqûqa Tirkiyeyê tune bûn ku sûcê terorîzmê li me bar bike. Ji ber vê yekê dosye bi mehkûmetiya Tirkiyeyê bi dawî dibûn. Di dozên ku me vekiribûn de bi dehan delîlên 70 kuştin, gef, sansûr û êrîşan hebûn. Lê dadgehên dadmend nehatin vekirin û ew doz bêencam man. Ji ber vê yekê Komara Tirkiyeyê bi dehan caran mehkûm dibû û niha jî dibe.
DI DOSYAYAN DE ÇI HEBÛ?
Dosyayên ku li Tirkiyeyê bûne sedema qetil û girtina me di DMME’yê de bûne sedema mehkûmiyeta Tirkiyeyê bi rastî çi hebû? Doza ku em niha lê têne darizandin jî tê de, em lê binêrin;
1 - Li gorî daneyên hin dezgeh û saziyên civakî ên sivîl, nûçeyên derbarê valakirina 3 hezar gundan.
2 - Koça mecbûrî yên nêzî 4 milyon kesan û cîrokên wan ên trajîk.
3 - Kuştina 17 hezar 500 kesan ku 70 hevalên me jî tê de ne û çîrokên wan û malbatên wan.
4 - Karên wekî gasp, tecawiz, kaçaxiyan mirovan, revandina mirovan, kaçaxiya tiryakî, birîndarkirin, kuştin û bûyerên ne huquqî yên Kontrgerîlla, Jitem, Hızbulkontra, Şerê Taybet û wekî rêxistinên bi vî awayî.
5 - Nivîs û nûçeyên bi têkildarê kesên ji civakê tên dûrxistin, kesên bindest û bi dezavantaj yanî tên bêdengkirin û nûçe û nivîsên nayên nivîsandin. Her wekî din dosyayên doza ku derbarê me de hatiye vekirin de êşa ku gundiyên malên wan ji wan hatine sitandin û pîsî pê danê xwarin hebûn. Bi kurtasî di wan dosyayan de wekî îro nûçeyên li ser şiddetê hebûn."