DOSYA II

Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî li Kurdistanê

Bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê, Dr. Nacih Gulpî agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan, berhev kir.

Di 16'ê Adara 1988'an de balafirên rejîma Baas a Iraqê bombeyên kîmyewî li ser Helebceyê barandin û li gorî daneyên fermî 5000 kes şehîd bûn, bi deh hezaran kes birîndar bûn.

Hêzên desthilatdar û mêtînger ên li Kurdistanê, di dîroka Kurdistanê de gelek caran çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bi kar anîn û bi vî sûcê li dijî mirovahiyê rê li ber mirina bi sed hezaran mirovên Kurd vekirin.

Yekemcar bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan, li Dersîmê di navbera salên 1937-38'an de ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin.

Piştre, di salên 1980'î de bi taybetî li Başûrê Kurdistanê de hema bêjin hemû bajar, navçe, bajarok û gund bûn hedefa van êrîşên rejîma Baas ên bi çekên kîmyewî.

Bi wesîleya 29. salvegera komkujiya Helebceyê, Dr. Nacih Gulpî agahiyên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Kurdan, berhev kir.

Di şerê Iraq û Îranê de, ku 22.09.1980'ê de dest pê kir û piştî heşt salan di 08.08.1988'an de bi rêkeftinekê bi dawî bû, ji bo pêşî li xurtbûna dewleteke Îslamî ya Îranê bê girtin, welatên bi hêz piştgirî dan Irfaqê. Di heman demê de piraniya welatên erebî jî ji xeynî (Sûriyê û Lîbiya) ku piştevanên Îranê bûn, piştevanên Iraqê dikirin. 

Ji ber ku Îranê li hember van hemû welatan li ber xwe dida, van welatan dest avêtine bikaranîna çekên komkujiyê ku çekên kîmyewî bûn. Tevî ku Iraq di rêza 120 welatan de bû ku peymannameya Cenev a sala 1925’ê îmze kiribû ku behsa qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî dikir. Piştî ku çekên kîmyewî û madeyên berhem anîna wan çekan kete destê Iraqê, ronahiya kesk ji bo bikaranîna wan çekan ji bo Iraqê hate pêxistin, tevî ku li gorî qanûnên navneteweyî çênedibû di dema şer de çekên komkujiyê bêne bikar anînin. 

Iraqê di eniyên şerê di navbera eskerên Iraq û Îranê de ev çek bi giranî bi kar anîn. Bi awayekî ku hin eskerên Iraqî jî di bikaranîna van çekan de bêpar nedibûn. Em li vir naxwazin behsa bikaranîna çekên kîmyewî li dijî artêşa Îranê bikin, belkî wê bêne ser mijara xwe ku behsa bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd e.  

Em baş dizanin ku hizra şovenîzmê bi ser rejîma Beis de zal bû, dixwest Kurdan di pêkhateya erebî de bitewîne û jinav bibe. Bo vê mebestê jî çendîn rê û rêbaz ceribandin, veguhestin, sirgûn kirin, Beisî kirina bi darê zorê, teirîb kirina herêm û navçeyên Kurdistanê û pêngava dawiyê jî bikaranîna çekên kîmyewî bû, ku bi wî awayî zêdetirîn hejmara Kurdan û bi taybet neyarên xwe tune bike. Bi vê nerînê rejîmê herkesê/a ku di bin desthilata wan de neba bi awayekî giran û bi agir û hesin û çekên kîmyewî li hember şer dikir. Bo vê armancê ji bo navçeyên azad bûyî bi destên hêzên pêşmerge biryareke taybetî derxist ku weke navçeyên qedexe kirî bi nav kirin. Û bi vî awayî di destpêka sala 1987’ê bi awayekî hovane bi çekên kîmyewî navçeyên azad kirî ku ji aliyê pêşmergeyan ve hatibûne rizgar kirin bombebaran kirin.   

Li gor belgeyên ku hatine bidest xistin çekên kîmyewî di Teşrîna Duyem a sala 1983’ê de ketine destê rejîmê. Lê sedema bikar anîna wan çekan di eniyên şer de nayê zanîn. Her wiha eşkere bûye ev çek careke li eniya şerê bakur û li navçeya Hacî Umeran li dijî Îranê hatiye bikar anîn. 

Weke di salnameya dewleta Osmanî de hatiye, cara pêşîn di navbera salên 1937-1938’ê de dewleta Tirkiyê çekên kîmyewî li dijî Kurdên Dersîmê bikar aniye.  

Rejîma Iraqê bi rêya firokeyên şer, mûşek û bombeyên mezin, topên dûravêj hemû cure çekên kîmyewî li dijî gelê Kurd bikar anîne. Her wiha xala balkêş ev e ku piraniya êrîşên kîmyewî di şevê de hatine kirin ku xelk hest bi van çekan neke û hejmara kuştiyan jî zêde be. 

Di vê panoramayê de em dixwazin li gor şiyanên xwe bi awayekî têr û tije roja bombebarana kîmyewî, navçe û herêm û hejmara qurbaniyan diyar bikin:

*    Roja 15.04.1987’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Helleden, Çallawe, Kanîtû, Sergellu, Bergellu, Awejê, Sêrwan, Nullçike, Çinarnê, Şaxî Gocar) 
Hejmara qurbaniyan: birîndar bûna bi dehan hevwelatiyên medenî û pêşmergeyan. Hêjayî gotinê ye ev êrişa bi çekên kîmyewî di dema êrişeke mezin a pêşmergeyên YNK’ê bi navê oparasyona Destana rizgariyê li navçeyê de bû û tevî azad kirina çend gund û navçeyan û bi dehan qereqolên rejîmê ji aliyê pêşmergeyan ve, lê oparasyon ligor nexşeya darêştî û ji ber bikar anîna çekên kîmyewî ji aliyê rejîmê ve, bidawî nebû. Bombebarana kîmyewî di rojên din de jî berdewam bû û zêdetirî 30 hevwelatî ber keftin û li nexweşxaneya şoreşê li Bergellu hatine razandin û çareser kirin.

Mirov dikare vê êrişê weke yekemîn êrişa bi çekên kîmyewî bo ser navçeyên azad kirî û pêşmergeyan binav bike. Oparasyona Destana Rizgariyê di şeva 12-13.04.1987’ê de destpêkir û sê hefteyan berdewam bû, zêdetirî 105 pêşmerge bûne qurbanî, lê ji vê hejmarê nayê zanîn ka çend kes bi çekên kîmyewî şehîd bûne. 
Xala balkêş eve ku rejîmê çekên kîmyewî zêdetir li dijî gundan û xelkên sivîl bikar aniye ku hejmareke zêde ya xelkê bê parastin şehîd bike. 

*    Roja 16.04.1987’ê

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Balîsan, Şêxwesanan, Kanîberd, rêze çiyayên Dereşîr, Zînî Bellallukawe, Navçeya Sawsêwkan) ji aliyê 12 firokeyên şerker ve hatine bombebaran kirin. Xuyaye evder jî navçeyên azadkirî bûn û di bin desthilata hêzên pêşmerge de bûn. Baregaha Melbenda 3 ya YNK'ê lê bû. Di encama kîmiyabaranê de heya niha zêdetirî 280’ê hevwelatî şehîd bûne, berê hejmara şehîdan kêmtir bû, lê ji ber bandora çekan li xeklê û çaresernekirina wan hejmara qurbaniyan her ku diçe zêdetir dibe, heya niha meaş jibo 256 berketityên çekên kîmyewî hatiye birîn û nêzî 320 kesên din berketiyên çekên kîmyewî ne. (di dema bombebaranê de û di sala 1987’ê de nêzî 109 kes şehîd bûn. Zêdetir ji 281 berketiyên eşkere hebûn, piştre hêdî hêdî bandora çekên kîmyewî derket û hejmara qurbaniyan zêdetir bû). Berketiyên vê êrişê ji bo çareseriya pijişkî berê xwe dan bajarên Hewlêr, Şeqlawe, Raniye û bajarên din, lê rejîmê piraniya wan kesan binçav û bi awayekî zindî veşartin! Bi taybet kesên ku jibo çareseriyê çûbûne nexweşxaneya bajarê Hewlêrê, li serbazgeha Reşkîn zilam û jinan ji hev hatine cuda kirin, piştî deh rojan jin hatine azad kirin û zilam jî di heman serbazgehê de zindî çal kirin. Piştî serhildanê cenazeyê zêdetirî 66 kesan ji serbazgehê hatine derxistin, herwiha 150 avahî jibo kes û karên qurbaniyên çekên kîmyewî Balîsan û Şê wesanê hatine çêkirin. 

*    Roja 17.04.1987’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Qizler, Bîrkê, Singir, Mêwlake) bi çekên kîmyewî hatine bombe baran kirin û çend kes berketin. Jiber ku êriş di dema Destana Rizgariyê de bû, piraniya piraniya gund û deverên eniyên şer dihatine bombebaran kirin, xelkê xwe veşartibû û di haziriyê de bûn, jiber vê sedemê hejmara qurbaniyên vê êrişê kêm in.  
  
*    Roja 18.04.1987’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Qeywan, Koreng, Xecelerzok, Qewall, Qullecax, Çoxmax, Kollederî)  bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û 50 hevwelatî berketin. 

*    Roja 19.04.1987’ê

    Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Mawet qeywan, Pîremegrun). Bi     dehan kes berketin.

*    Roja 20.04.1987’ê

Heman navçeyên berê cardin hatine bombebaran kirin û bi dehan hevvwelatî berketin. 

*    Roja 21.04.1987’ê

Parêzgeha Silêmaniyê/ Nahiya Qeredax û gundên derdorê. Di roja 19.04.1987’ê de hêzên pêşmergeyên Kurdistanê (YNK, HŞÎ, PDK, HSK)ê bi hevkariya hêza piştevaniya navçeyê di oparasyoneke hevbeş de hemû Nahiyeya Qeredaxê rizgar kirin û hemû bingeh, baregah û fermangehên hikûmetê keftine jêr destê pêşmergeyan, di tolhildana vê şikestinê de rejîmê bi çekên kîmyewî, nahiye û derdora wê bombebaran kir, lê jiber hişyarî û amadebûna hêzên pêşmerge vê êrişê encam û bandoreke mezin liser wan nebû û tenê çend pêşmerge bi sivikî ber êrişê ketin, êdî ji vê rojê û pêde navenda nahiyeya Qeredaxê hate rizgar kirin.  

*    Roja 21.04.1987’ê 

Parêzgeha Hewlêrê/Dola Balîsanê bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin. 

*    Roja 01.05.1987’ê

Parêzgeha Duhokê, gundê (Zêdwe) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin û di encamê de çend pêşmerge şehîd bûn.  

*    Roja 22.05.1987’ê 

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Melekan, Gorre şêr, Kendol, Bilê,Birdun) hatine bombe baran kirin. 

*    Roja 22.05.1987’ê

Parêzgeha Kerkûkê, gundên (Tomar, Gurgan, Qemer).

*     Roja 27.05.1987’ê

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Melekan, Biley xwarû, Biley serû, Tarîna, kendok, Gorre şêr, Nazenîn, Dollî Simaqolî). Di encama bombebaranê de heşt kes şehîd û 23 kes jî berketin. Ligor nûçeyan firokeyên şerker di vê rojê de 20 êrişên bi çekên kîmyewî encam dane. 

*    Roja 05.06.1987’ê

Parêzgeha Duhokê, gundên qezaya Amêdiyê. Di encama êrişa kîmyewî de yek şehîd û sed kes jî berketin. 

*    Roja 27.06.1987’ê 

Parêzgeha Silêmaniyê, gundê (Zêwê) qontara çiyayê Pîremegun. 35 kes berketin. 

*    Roja 28.06.1987’ê

Rojhilatê Kurdistanê, bajarê Serdeştê bi çekên kîmyewî ji aliyê rejîma Beisa Iraqî ve hate bombebaran kirin. Di encamê de zêdetirî 130 hevwelatiyên medenî şehîd bûn û 8025 kes jî birîndar bûn. Firokeyên şerker yên Îrqaî  qerebalixtirîn cihê bajarê Serdeştê bombebaran kirin. Vê demê bajarê Serdeştê weke eniya paşîn a şerê Iraq-Îranê dihate hesibandin.  

*    Roja 03.09.1987’ê 

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Bergelo, Yaxsemer). Di encama bombebaranê de 4 pêşmerge şehîd bûn û çend hevwelatiyên medenî jî berketin. 

*    Roja 14.09.1987’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, navçeya (Mêrgepan). Di encamê de çend hevwelatiyên sivîl ber êrişê ketin.

*    Roja 25.02.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Sergelo, Yaxsemer, Helledin, Giwêzîle).   
Di encamê de çend hevwelatiyên sivîl ber êrişê ketin.

*    Roja 26.02.1988’ê

Cardin heman navçe û gundên roja berê (Sergelo, Yaxsemer, Helledin, Giwêzîle) hatine bombebaran kirin. Di encamê de 8 şehîd û 201 kes jî berketin. 

*    Roja 27.02.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Tekiye, Belekcar, Bellxe, Gumete) li navçeya Qeredaxê bi çekên kîmyewî û jehra Xerdelê ji aliyê 6 firokeyên şerker yên Iraqê ve hatine bombebaran kirin û di encamê de bi dehan pêşmerge birîndar bûn (tê texmîn kirin 40 kes) bûn û jiber kûriya birînan 2 kes ji wan şehîd bûn ku çekdarên Encûmena Bilind a Îslamî û bi eslê xwe Ereb bûn. Nîşaneyên birîna bi jehra Xerdelê, şewitîna çav, qirik, poz û av berbûna di dema bênişînê de, kuxik, kêm bûna bînahiya çavan û kore bûn, şewata pîstê cihên hestiyarên laş. (Ez bi xwe ku vê demê pêşmerge bûm, yek ji şahidên vê bombebaranê bûm).  
Bombebarana vê carê taybet bû bi baregahên mellbenda YNK’ê li gundên Tekiye û Belikcar ku hemû birîndar li wê derê bûn.  

*    Roja 09.03.1988’ê 

Parêzgeha Sine û Merîwanê, Rojhilatê Kurdistanê. Gundê ( Qellacî) bi gaza Xerdelê hate bombebaran kirin û di encamê de 3 şehîd û zêdetirî 30 berketiyan hebûn. (Çavkanî: Zerîwar Xeber). 

*    Roja 16.03.1988’ê 

Parêzgeha Helebce, navenda qezaya Helebce û bajarok û gundên girêdayî wê bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de 5000 kes hatine şehîd kirin û bi dehan hezar birîndar û berketiyên êrişê li welatê Îranê bûne penaber.  

Di encama êrişeke berbelav a Sipaha Pasdarên Îranê bi hevkariya pêşmergeyên Eniya Kurdistanê bo ser qezaya Helebce ya vê demê, li çend aliyan ve ji roja 14.3.1988’ê û piştre jî û piştî dest biser girtina tevahiya herêmê. Rejîma Iraqê demjimêr 11:20 yê de berê bi bombeyên asayî dest bi bombebarana nava bajêrê Helebcê kir, da xelk di demeke kêm de di nava jêr erdên malê û stargehan de li dora hev kom bibin û xwe veşêrin. Piştî vê dest bi bombebarana kîmyewî kir, tê texmîn kirin di vê êrişê de hemû cure bombeyên kîmyewî (Xerdel, Foscîn, Sarîn, Tabun, Sanid, V-X) hatibine ceribandin. Bombebaran hêşta jî berdewam bû û dema hin kesên ku ji êrişa kîmyewî rizgar bibûn, direvîn liser rê û tevahiya riyên derketina ji bajêr hatine bombebaran kirin. 

*    Roja 17.03.1988’ê

Parêzgeha Kirmanşan/Hewraman – Bajarokê (Nodşe) kete ber êrişê û di encamê de 104 kes şehîd bûn û zêdetirî 700 kes jî berketin. Herwiha di roja 24.03.1988’ê de cardin û di 02.04.1988’ê de bo cara sêyem hate bombebaran kirin. Şandeke Netewên Yekgirtî bi mebesta lêkolînê serdana cihê bûyerê kir û derket ku çeka kîmyewî ya Xerdelê li dijî şêniyên bajêr hatiye bikar anîn.  

*    Roja 17.03.1988’ê

Û çend rojên din jî Parêzgeha Sine/Merîwanê, gundên (Derenaxê, Zekeriya, Riya dinavbera sinorê Dizlî û Bîkere) ku riha hat û çûya xelkê awareyê Helebce, Hewraman û navçeyên din bû, di encamê de çend kes birîndar bûn û kesekî bi navê Zorab Azîz Gulpî şehîd bû). 

*    Roja 22.03.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, Navçeya Qeredax gundê (Sêwsînan), ber êvarê û di dema banga mexribê de, bi tarîbûna rojê re rejîmê li nêzî Derbendîxanê û li gundê Kanîsardê bi katûşayên 40-40 û bi çekên kîmyewî ya curê (sarîn û tabun) nava gundê Sêwesînan bombebaran bike. Di encama êrişê de 68 kesên sivîl ku ji jin, zarok û kesên bi temen pêkdihatin dem lidest jiyana xwe ji dest dan, di nava wan hemûyan de tenê yek pêşmerge hebû. Piştre hejmara şehîdan gihişte 71 kesan. Bi sedan kes jî berketin û zêdetirî 70 kes ji wan bi riya terektorê ji aliyê tîmên pijîşkî ve bo nexweşxanê hatine veguhestin û çareser kirin, Bi hewil û têkoşîna diktor û hevkarên diktor û pêşmergeyên nexweşxaneya Mellbenda YNK’ê hemû berketî hatine rizgar kirin. Piştî nîv demjimêran û gihiştina du birîndarên ji gundê Berdê û xar gundê Sêwesînan jibo me aşkera bû ku gundê SêweSînan bi çekên kîmyewî hatiye bombebaran kirin. Tîma pijişkî dem li dest riya gund girtine ber û nêzî 30 deqeyan bi piyan meşiyayin, me karî birîndaran bo nexweşxanê veguhêzin û di nava 2-3 rojan de ligor pêwîst çareseriya wan bikin. Niha mezargeha şehîdên kîmiyabaranê li wî gundî 68 kêlin. 24 avahî jî jibo kesûkarên qurbaniyên vê tawanê hatine avakirin. (Ez bi xwe yek ji şahidên vê tawanê me û li nexweşxaneya Mellbendê diktor bûm). 

*    Roja 23.03.1988’ê 

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Dukan, Dukedo, Wiliyan Caferan) bi şev bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin, di encama êrişê de kes şehîd nebû lê jiber pîs bûna seqaya navçeyê bi dehan kes berketin. Şêniyên gund şiyar bûn û gund terikandibûn û li çiya û şikeftan de diman. 

*    Di heman rojê de 23.03.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundê (Şanaxsê) li navçeya Şarbajêr bi çekên kîmyewî rastî êrişê hat û di encamê de 22 pêşmerge şehîd bûn û zêdetirî 720 kesên sivîl û pêşmerge berketin. Di van salan de gundê Şanaxsê yek ji gundên avedan û tije xelk û pêşmerge bû û jiber ku nêzî sersinor bû, rejîmê bi çekên kîmyewî û firokeyan bombebaran kir. Ligor lêkolînên min ev gund di rojên 21,22 û 23.03.1988’ê de bi çekên kîmyewî hatiye bombebaran kirin. (Karwan Cîhaz yek ji pêşmergeyên birîndar yê vî gundî bû, herwiha yek ji şahidên Dadgeha Bilind a Tawanan li dijî cinayetên rejîmê de weke şahid beşdar bû. mixabin navbirî di roja 26.11.2015’ê li nexweşxaneya Xirungin a bajarê Hollendê jiyana xwe ji dest da).   

*    Roja 24.03.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê, gundê (Belekcar) a navçeya Qeredaxê, ku yek ji baregahên sereke ya Mellbendê bû, di demjimêr 9:00’ê şevê de bi çekên kîmyewî (cureya demarê- ku bê bêhn û bê reng e) hate bombebaran kirin, di encamê de nava gund û derdora baregaha pêşmergeyan tenê pêşmergeyek bi navê Hoşiyar Cîhaz şehîd bû, çend pêşmerge jî berketin.

*    Roja 03.05.1988’ê 

Parêzgeha Silêmaniyê, gundên (Goptepe, Esker, Çemî Rêzan, Şunke, Mahîle, Sedî, Çinar, Şêxan, Gilleşêr, Hacî Jêrebere, Kuçbillax, Zirzî, Killêse) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin. Roja paştir jî wate 04.05.1988’ê rejîmê êriş kire ser gundan û hemû bi axê re kirin yek.  Di encamê de destpêkê zêdetirî 200 kesan jiber jehrê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kesên din jî berketin. Heya niha hejmara şehîdên ku jiber birînên çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 560 kesan. Li Goktepê mezareke şehîdan heye ku rufatê 105 şehîdan têdeye, tevî ku zêdetirî 305 enfalkiriyan jî heye. 

*    Roja 15.05.1988’ê 

Parêzgeha Hewlêrê, (Kamusek, Spîndare, Eliyawe, Bereke, Kewekyan, Herîr, Simaqulî, Meluk) ev gund bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin (destpêka pêvajoya çarem a Enfalê bû). di encama van êrişan de bi sedan kes berketine.  

*    Roja 15.05.1988’ê heya 18.05.1988’ê

Parêzgeha Silêmaniyê/Raniye, gundên (Werê, Gullan,Botê) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin, berovajî cihên din ev sê  gund di destê rejîmê de bûn, ji gundê Werê zêdetirî 35 birîndar jibo çareseriyê gihandine nexweşxaneya melbenda 3 li Xetî, lê jinekî jiyana xwe di nexweşxanê de ji dest da herwiha hejmara şehîdên kîmiyabarana vî gundî 36 kesin ku hatine tomar kirin. Li gundê  Botê di encama bombebrana kîmyewî (23) pêşmergeyên Komela Zehmetkêşan/ ya Rojhilatê Kurdistanê şehîd bûn,(60) birîndar, di demekî de ku ev gund di destê hêzên pêşmerge de nebû, lê birîndarên vê êrişê ji tirsa enfalkirnê û aşkera nebûna bikaranîna çekên kîmyewî serdana nexweşxaneya hikûmetê nekirin.
   
*    Roja 20.07.1988’ê

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Serçawe, Simaqulî, Genaw, Şarsitêne, Xetê, Deraş,  Valîsan, Nazenîn, Gerewan) ku piraniya gundên vê navçeyê jiber êrişa berdewam a bi çekên kîmyewî hatibûne çol kirin, yên mayî jî li çiyayan û dinava stargeh û çeperan de xwe veşartibûn, bi tenê hêzên pêşmerge li navçeyê mabûn û jiber pêla Enfalê di şer de bûn (5.6.7) 7 şehîd û çend berketî. 

*    Roja 22.07.1988’ê

Parêzgeha Kirmanşan, navçeya (Dallaho, gundê Zerde) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin, di encamê de zêdetirî 300 kes şehîd bûn,  nêzî hezar kesan jî berketin. Şêniyên gund ku vê demê 1700 kes bûn, heya niha jî ev gund di bin bandora bikaranîna wan çekan de maye û çend haletên zêdebûna nexweşiya penceşêrê serî hildaye.

*    Roja 31.07.1988’ê 

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Simaqulî, Balîsan, Hîran, Gerewan) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin, di encamê de 5 şehîd û çend kes jî berketin.

*    Roja 02.08.1988’ê

Parêzgeha Hewlêrê, gundên (Arî, Sêru, Zerwa, Heden, Kekle, Xêrzuka, Xerwan, Bilê) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de 6 pêşmerge şehîd bûn û 117 kes jî berketin, helbet bombebarana herêmê di rojên pêştir û paştir de jî berdewam bûn, bi taybet di heman demê de şerekî giran li navçeya sê sinor hebû ku bii şerê (Xwakurkê) binav û bange. 

*    Roja 24.08.1988’ê

Parêzgeha Duhokê, çiyayê gare û gundê(Zêweşkan) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin û di encamê de 10 pêşmerge şehîd bûn. 

*    Roja 25.08.1988’ê

Parêzgeha Duhokê, bi destpêka pêvajoya heştem û dawiya Enfalê li herêmê, gundên (Wermîlî, Bapîrî, Gereguh, Hîsî, Yêkmala, Ashê, Bazê, Mêsika, Tuşibîk, Mêrga Çiya, Kanî Belav, Bircînî, Tiwêka) li navçeyên Amêdî û Berwarî Bala bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de 5 kes şehîd bûn û 75 kes berketin. Di heman rojê de çend êrişên din bi çekên kîmyewî li navçeyên cuda duda pêkhatin. 

*    Roja 25.08.1988’ê

Parêzgeha Duhok/Amêdiyê, Serê Gare, gundên (êkmala, Kîrî, Belîtî, Baweka, Berkevirî, Kovlînk, Ridîniya, Sarkî, Zêwka, Şêrane, Bilêcanî, Banê) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûn û 40 kes berketin. Di heman proseyê de zêdetirî 46 gundên devera Amêddiyê bi erdê re hatine rast kirin.  

*    Roja 25.08.1988’ê 

Parêzgeha Duhokê, Amêdî Berwarî Jêrî, gundên (Spîndarî, Suwarî).

*    Roja 25.08.1988’ê 

Parêzgeha Duhok/Amêdiyê, gundên (Kaniya, Baska, Acokê, Bîmnaniş) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de çend kes berketin.  

*    Roja 25.08.1988’ê

Parêzgeha Duhok/Akrê, gundên (Pirîse, Cizgîra, Çemçalî, Çemşirtî, Çem rebetkî, Mîrukî, Bilimbas) hate bombebaran kirin û di encamê de çend kes berketin. 

*    Roja 25.08.1988’ê

Parêzgeha Duhok/Zaxo, gundên (Tiwîka, Bilîcan, Zirhewa) hatine bombebaran kirin û di encamê de 14 kes şehîd bûn û 15 kes jî berketin. 

*    Roja 25.08.1988’ê 

Parêzgeha Duhok, gundên Birêcînî, Dergela Şêxa, Zînava, Debankê) bi çekên kîmyewî hatine bombebran kirin û di encamê de çend kes berketin. 

*    Roja 25.08.1988’ê

Parêzgeha Hewlêrê, navçeya (Beroj, Barzan, Mizûrî bala) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin. Jiber asê bûna herêmê hejmara qurbaniyan nehate zanîn. 

*    Roja 25.08.1988’ê 

Parêzgeha Hewlêr/ Şeqlawe, gundên (Hîran û Nazenîn) bi çekên kîmyewî hatine bombe baran kirin, lê hejmara qurbaniyan nayê zanîn. Ev rêkeft bi rojên dawiyê ya proseya enfalê re hevdem bû. 

*    Roja 25.08.1988’ê 

Parêzgeha Hewlêr/Rewandiz, gundên (Xetê, Wertê) bo cara dawiyê hatine bombebaran kirin, hejmara qurbaniyan nehatiye zanîn. 

*    Roja 26.08.1988’ê

Parêzgeha Duhok/Amêdiyê, gundên ( Serê Amêdiyê, Spêr, Sîniya, Nêrwe, Xeregul Kuczirka, Xirap, Zêwe, Berçî, Kanî, Dîrî, Dergenî, Sîrî, Sikîrî, Serkelî, Fîrstek, Çiyareşik) bi çekên kîyayî hatine bombebaran kirin, lê hejmara qurbaniyan nayê zanîn. 

*    Roja 27.08.1988’ê

Parêzgeha Hewlêr/Mizûrî Bala, navçeya (Zêya Ruşîn) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin, hejmareke şehîd û berketiyan hebûye. 

*    Roja 28.08.1988’ê

Parêzgeha Duhokê/ li Nêrwe û Rêkanê, gundên (Şîvî, Hêtût, Kaniya Pînk, Başî, Sernî, Gare, Geru, Bawankê, Zêwe, Gelî Kutkê) bi çekên kîmyewî hate bomberan kirin, hejmara qurbaniyan nayê zanîn. 

*    Roja 29.08.1988’ê

Parêzgeha Duhokê/navçeya Berwarî Bal, gundên (Bazê û Geliyê Bazê) bi çekên kîmyewî hatine bombebaran kirin û di encamê de 2980 kes şehîd bûn û bi sedan kes jî berketin. Nakokî derbarê hejmara şehîdan heye, wisa xuyaye ku ev hejmar (wendahî û enfalkirî bin). 

*    Roja 29.08.1988’ê

Parêzgeha Duhokê, gundê (Bankê) bi çekên kîmyewî hate bombebaran kirin û zêdetirî 1000 şehîs û bi sedan berketî hebûne. 

Di serwexta proseya Enfala gelê Kurd de rejîmê hemû gund û navçeyên Behdînan û Kurdistanê bi giştî bi çekên kîmyewî bombebaran kiriye. Li gor belgenameyên artêşê di encama bombebarana bi çekên kîmyewî û êrişa berfireh a artêşê di pêvajoya heştem a Enfalê de, zêdetirî 160000 kes ji sinor derbaz bûn û çûne nav axa Bakurê Kurdistanê û li welatê Tirkiyê bûne penaber. 664 gund hatine wêran kirin û zêdetirî 1700 kes jî wenda û bêser û şûn in.  

Çavkanî:
⦁    Kovara Pêşeng hejmar (9) kanûna duyem a sala 1989’ê. Weke bingeh û bîrokeya vê nivîsînê min mifah jê wergirtiye. 
⦁    Le Tiwêşuy Pizîşkêkî Pêşmergewe (Dr.Fayiq Gullpî)
⦁    Malpera Zirîwar Xeber, Kurdpa
⦁    Komelek gotar û bîranîn ku min ji înternetê wergirtine û di dema bîranînan de ji aliyê sazî û dezgehên fermî yên hikûmetê ve hatine saz kirin. 
⦁    Panoramay tawanekanî Sedam (Edalet Umer)
⦁    Şayet halekanî dadgay Ballay tawanekan le Bexda, dosyey Enfal (Teha Silêman)
⦁    Bîranînên min bi xwe
⦁    Malpera mellbenda rêkxistina Pêşmerge (Îro di dîrokê de)
⦁    Rêkar Mizûrî

AMADEKAR: DR. NACIH GULPÎ
JI SORANÎ: DERSÎM OREMAR