‘Dîlên girtî serbest berdin’
‘Dîlên girtî serbest berdin’
‘Dîlên girtî serbest berdin’
Kedkarên çapemeniya azad ji bo hempîşeyên wan ên di bin navê “KCK”ê de hatîn girtin serbest bên berdan, li Qada Taksîmê çalakî pêk anîn. Gerînendeya Gişti ya Rojnameya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskîn diyar kir ku, bingehê hemû îdîayan hilweşiya ye û wiha got: "Her tim ala Apê Mûsa di destê me de bilind bû. Em dixwazin dîlên azadiyê serbest bên berdan."
Di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya Kurd li 7 navendan operasyon pêk hat û di bin navê "KCK"ê de nêzî 50 rojnamegerî hatin binçavkirin. Di derbarê 36 jê girtî 46 kesan de doz hat vekirin. 10 kes di rûniştinên pêş de serbest hatinberan û niha 26 jê girtî 46 kes têndarizandin. 4'emîn Rûniştina doza 46 rojnamegerên Kurd dê di 22'ê Nîsanê de li li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêkbê.
Beriya doz pêkbê xebatkarên çapemeniya azad li ber Qada Amadeyiya Galatasarayê kom bûn û heta Qada Taksimê meşek pêk anîn. Girseya rojnamegeran di meşê de pankarta "Bila Dîlên girtî serbest bên berdan" Di çalakiyê de xebatkarên Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê Kovara Demokratîk Modernîte, Atilim, Evrensel, Ajansa Nûçeyan a Etkin, Kizil Bayrak, Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (OHD), Komeleya Civaknasên Sosyalist (SGD) û gelek rojnamegerên wekî Ahmet Şik û Pinar Ogunç amade bûn. Komê di meşê de pankarta ku wêneyên rojnamegerên girtî li ser bû vekirin û bê navber siloganên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û "Bijî berxwedana zindana", "Ji girtiyên zindanê re azadî" "Li dijî faşîzmê mil bidin mil" qîr kirin.
'AKP ZOR Û TUNDIYÊ BERDEWAM DIKE'
Girseyê li ber Amadeyiya Galatasarayê daxuyanî da. Li ser navê girseyê Gerînendeya Giştî ya Ozgur Gundemê Prz. Eren Keskin axivî û diyar kir ku, di 20'ê Kanûna 2011'an de li dijî çapemeniya azad operasyon pêk hat û 46 xebatkarên çapemeniya azad hatin binçavkirin û jê 36 kes hatin girtin. Keskîn, da zanîn ku, niha 26 jê girtî tên darizandin û wiha got: "Di bin navê "KCK'ê de parêzer, şaredar, siyasetedar û rojnameger hatin girtin. Hevalên me ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê yên xwest bi zorê hêza gelê Kurd a siyasî, civakî, rêxistinî û zanyarî belav bike û perçe bike, hatin girtin. Serokwezîr Erdogan li gel gotinên aştiyane bikar tîne jî dîsa hêj hikûmet û dest ji pêkanînên zor û zehmetiyê bernade. Tiştê ku Tirkiye kiriye baxçeyê rojnamegerên girtî ev polîtîkayên bêhêz û lawazin"
'ALA APÊ MÛSA DÊ HER BILIND BE'
Keskîn destnîşan kir ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga Newroza Amedê deriyê aştî û çareseriya demokratîk vekiriye û wiha got: "Daxwaza me ya 30 salan a aştiyê bi diyalogê pêş ket. Niha hevalên me yên rojnameger ji be hemû nûçe, wêne û nivîsên ku di rojnameyan de weşandine tên darizandin. Ev wêne, nivîs û nûçe tev ji bo vê pêvajoya aştiyê bûn. Geşedanên dawî yên di çareseriya pirsgirêka Kurd de bingehê van idîayên di derbarê hevalên me yên girtî de têk biriye. Kevneşopiya çapemeniya azad li dijî zext û zordariyên giran têkoşiya û heta îro hat. Me heta îro bedelên giran dan û hewce be em dê van bedelan berdewam bikin. Her tim ala Apê Mûsa di destê me de bilind bû û dê bilindbûna wê berdewam bike. Em dixwazin hemû hevalên me yên ji ber nivîsên xwe, nûçeyên xwe fikr, raman û îfaedyên xwe hatine girtin tev serbest bên berdan. "
Keskîn bang li herî kir ku, di 22'ê nîsanê de li ber salona rûniştina dozê ya Sîlîvriyê kom bibin û tevlî rûniştina hevalên rojnameger ên girtî bibin.
Komê piştî daxuyaniyê heta Qada Taksimê meş pêk anî.