Di teqînê lîderê ASA’yê birîndar bû
Di teqînê lîderê ASA’yê birîndar bû
Di teqînê lîderê ASA’yê birîndar bû
Şefê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) Serheng (Albay) Riyad Esad, di teqînek ya li rojhilatê welat de birîndar bû.
Li gorî agahiyên ku Serokê Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyeyê Ramî Abdurehman ku navenda wê li Londonê ye dane AFP’ê, şeva Yekşemê dema ku Riyad Esad bi wesyaîta ku ji Mayadîna herêma Deyr Ezzorê tevger dikir teqînekê rû da. Abdulrehman ragihand ku, Esad ji lingê xwe birîndar bûye.
Li aliyê din jî muxalifên çekdar yên Sûriyeyê îdîakirin ku, hêzên rejima Beşar Esad çekên kîmyawî li dijî komên çekdar yên derdora baregeha leşkerî ya Adrayê dorpêç kirine bikar aniye. Tê ragihandin ku, di pevçûnê de herî kêm 2 endamên komên çekdar mirine û 23 jî birîndar bûne.