Di pevçûnên li Iraqê de 12 kesên din jî hatin kuştin
Di pevçûnên li Iraqê de 12 kesên din jî hatin kuştin
Di pevçûnên li Iraqê de 12 kesên din jî hatin kuştin
Li Kerkûkê piştî operasyonên artêşa Iraqê yên li ser xwepêşandanên dij hikumetê û kuştina bidehan kesî, îro çalakiyekî misîlemeyê pêkhat. Di pevçûnan de 9 hêzên ewlekariyê û 3 çalakvan hatin kuştin, di êrişekî din ya girêdana wê bi bûyerên Kerkûkê tuneyî de jî 3 kesan jiyana xwe ji dest da.
Li bajarokê Hewîce yê girêdayî Kerkûkê roja Sêşemê di navbera xwepêşandan û artêşa Iraqê de pevçûna rû da û herî kêm 27 kes hatin kuştin. Di heman rojê de li dijî êrîşên artêşa Iraqê di çalakiyên misîlemeyê de 27 kesên din jî hatin kuştin.
Îro girêdayî heman bûyeran çalakiyên misîlemeyê pêkhatin. Li gorî çavkaniyên ewlekariyê di pevçûnan de 9 endamên hêza ewlekariyê û 3 çalakvanên çekdar jî mirin.
Pevçûna herî tund li Silêman Beg ya bakûrê Bexdayê rû da. Li vir çekdaran 5 leşkerên kuştin, 4 jî birîndar kirin. Weke din kesên çekdar êrîşî pirek ya ji aliyê milîsên dij El Qaîdê yên li Halesê ku dikeve bakûrê rojhilat jî kirin. Di êrîşê de ji hêzên milîsan ya Sahwa jî 4 kes mirin, yek jî birîndar bû.
Hate ragihandin ku, li Mûsilê di êrîşa Ii dijî hêzên ewlekariyê de jî 3 çalakvan hatine kuştin.
Li deverên din yên welat jî di êrîşên negirêdayî van bûyeran de jî sê kesan jiyana xwe ji dest da.
Ji meha Kanûnê û vir ve li herêmên piraniya wan Sunî ne li dijî hikumetê xwepêşandanan dikin. Çalakvan dixwazin Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî îstîfa bike û dawî li polîtîkayên marjînalkirina olî berde.