Di Forûma Civakî ya Iraqê de Tirkiye û Îran hatin rexnekirin

Di Forûma Civakî ya Iraqê de Tirkiye û Îran hatin rexnekirin

1. Forûma Civakî ya Iraqê li paytext Bexdayê pêk hat. Di forûma ku rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd jî beşdar bûn de, di serî de projeya Bendava Germavê (Ilisû) ji ber bi bendavan re kalîte û ava Çemê Dîcleyê kêm kirine, Tirkiye û Îran hatin rexnekirin.

Di navbera 26-28'ê Îlonê de li Bexdayê yekemîn Forûma Civakî ya Iraqê hat lidarxistin. Forûma ku amadekariya wê ji aliyê gelek saziyên civakî yên sivîl ên Iraqê ve demeke dirêj dihat kirin, li paytext Bexdayê ku bi salan e bûyerên dijwariyê lê dewam dike, bê pirsgirêk pêk hat.

Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên Ereb, Kurd, Iraq û gelên din bi dirûşma "Iraqeke din gengaz e" ji bo beşdarî forûmê bibin li navenda çandê ya Bexdayê û leşkergeha berê ya Osmanî hatin cem hev. Forûma bi beşdariya 2000 kesî ji ber di bin tedbîrên tund ên ewlekariyê de hat lidarxistin, rastî gelek sînoran hat. Mînak hemû aktîvîte saet di 15'an de hatin bidawîkirin, ketina hundir bi kontrolkirinê gangaz bû û ji hin herêmên Iraqê (Basra yan jî Başûrê Kurdistanê) rêxistinên civakî yên sivîl nekarî beşdar bibin.

Lê li gel van astengiyan jî hejmareke zêde mirovên ciwan û rêxistinên civakî yên sivîl ên li qadên cuda dixebitin, beşdar bûn. Bi sedan aktîvîte hatin lidarxistin û standt hatin vekirin. Mijara herî zêde li van aktîvîte û standan jî hatin nirxandin dijwarî bû. Her wiha xizanî, mafên jin û zarokan, têkbirina ekolojiyê û rewşa çandên cuda hatin nirxandin.

Tevî ku çend rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd beşdar bûn jî, lê bi giştî tevlibûna Kurdan qels bû. Hat ragihandin ku sedema vê yekê jî, vîzeya ji aliyê hikûmeta navendî ya Iraqê ve tê rêvebirin, bandora bûyerên dijwariyê yên li Bexdayê, hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û eleqeya kêm a rêxistinên civakî yên sivîl ên Kurd ji bo Iraqê, bû.

‘ÇEMÊ DÎCLEYÊ JI BO HERÊMÊ GELEKÎ GIRÎNG E’

Mijareke din a di forûmê de derket pêş jî Çemê Dîcleyê bû. Rexne li Tirkiye û Îranê hat kirin, ku di serî de Bendava Germavê bi gelek projeyên xwe yên bendavan av û kalîteya Çemê Dîcleyê xistine. Li ser navê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê Ercan Ayboga di forûmê de diyar kir ku bi bengava Germavê û bendavên din ên li her du qiraxên Çemê Dîcleyê dê têkçûna ekolojî, civakî û çandî bi xwe re bînin û behsa têkoşîna li dijî vê rewşê kir.

Di civînan de stratejiyên hevpar hatin nirxandin û bi destnîşankirina xwişk û biratiya gelan re hat ragihandin ku bêyî Çemê Dîcleyê li Mezopotamya Navîn û Jêrîn jiyan ne gengaz e. Ayboga di merasîmên vekirin û girtina forûmê de peyivî û daxwaza Forûma Civakî ya Mezopotamyayê ya navenda wê li Amedê ye ya xebateke hevpar a bi Forûma Civakî ya Iraqê re vegot. Endamên Forûmê ev pêşniyar bi erênî pêşwazî kirin û yekîtiya gelên heman herêma avê parve dikin lê bi sînorên sûnî hatine perçekirin, destnîşan kirin.