Di Festîvala Fîttja de peyamên aştî û biratiyê

Di Festîvala Fîttja de peyamên aştî û biratiyê

Di festîvala li taax Fîttja ya Stockholmê de, Komeleya Çanda Kurd a Fîttja di çarçoveya kampanay "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" îmzeyan berhev dike. 

Seroka Komeleya Çanda Kurd a Fîttja Hatîce Yeşîlgul da xuyakirin ku her sal di vê festîvalê de mirovên ji çandên cûda tên gel hev û ew jî li vê derê çanda xwe didin naskirin. Yeşîlgul diyar kir ku li gel danasîna çanda Kurdî her weha ew ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmzeyan ber hev dikin. 

Ji Partiya Karker a Demokrat a Civakî, Serokê Şaxê Botkyrka û Endamê Meclîsa Şaredarê Serkan Kose jî ragihand, ku ev festîval ev 30 sal in her sal di rewşeke aştî û biratiyê de tê lidarxistin û anî ziman ku di serî de Kurd, Tirk, Ereb, Suryanî, Latîn Emerîkî û gelêk miletên din bi alên xwe cihê xwe di festîvalê de digirin.

"HUKÛMETA AKP'Ê NIYETA BAŞ A KURDAN FÊM NAKE"

Kose der heqê pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê de diyar kir, ku deshilatdariya AKP'ê niyeta baş a Kurdan fêm nekiriye û got, "Kurdan îro, bi fedekariyeke mezin ji bo xwîn nerije gav avêtin. Lê ev gavavêtin divê yekalî nebe. Eger dixwazin pêvajo bi pêş ve biçe û Tirkiye demokratîk bibe, hingî divê deshilatdariya AKP'ê gavên berçav biavêje. Gelê ku ev 30 sal in di nava xwîn, hêstrên çavan û şer de ye, aştiyê dixwaze. Kurd bi coş in Kurd bi hêvî ne, lê bendewariyên wan jî hene. Divê ev hêviyên wan neyên şikandin û di demeke herî kin de bersiv ji daxwazên wan re bên dayîn. Niha dora hukûmetê ye ji bo gavavêtinê. Pêwîste hukûmet vê pêvajoyê baş bikar bîne."

Beşdarên festîvalê, der heqê bexwedana li Taksîmê destpê kir û li gelemperiya welêt belavbû de diyar kirin, ku êdî gel daketiye kolanan û ji hukûmeta AKP'ê re gotiye bisekine. Beşdaran destnîşan kirin, ku bi van bûyerên dawî û pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka Kurd re hatiye fêm kirin, ku divê mafên ji Tirkan re heta niha hatiye dayîn, ji gelê Kurd jî bên naskirin. Beşdaran desetnîşan kirin, ku bi berxwedana Taksîmê re êdî xuya bûye ku hukûmet li gorî kêfa xwe nikare welêt birêve bibe.

Di festîvalê de hunermendê Kurd Ferhat Kanat bi Kurdî stran û sirûd got û reng da festîvalê.

Her weha îro jî wê hunermend Armanc derkeve ser dikê û bistirê.