Di encama gulebarana leşkeran de 3 kes birîndar bû
Di encama gulebarana leşkeran de 3 kes birîndar bû
Di encama gulebarana leşkeran de 3 kes birîndar bû
Li gundê Elenya ya navçeya Elbaka Wanê, bi îdiya karên qaçaxvaniyê kirine, maşîneyek ji hêla leşkerên tirk ve hat gulebarankirin. Di êrîşa leşkeran de, li gorî agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûne.
Hata ragihandin li gundê Elenya ya navçeya Elbaka Wanê, bi îdiaya karê cigareya kaçax kirine, leşkeran maşînek şopand û di vê demê de maşîne gulebarankirine. Hat ragihandin di gulebarana leşkeran de welatiyên bi navê Kayhan Demîr, Erdogan Aydin û Orhan Bakir birîndar bûne. Piştî êrîşa leşkeran welatiyan bertek nîşanî leşkeran dan û pevçûn derket. Hat diyarkirin ku di pevçûnê de leşkerê bi navê Ozcan Kurtkan ji çavê xwe birîndar bûye.
Hat aşkerakirin ku birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Elbakê, polîs û leşkeran dora nexweşxaneyê girtine. Piştî bûyer hat bihîstin bi sedan welatî li ber nexweşxaneyê li hev civiyan. Der barê rewşa welatiyên birîndar de agahiyê zelal nehatin girin, hat gotin ku dê birîndaran rakirin Wanê.