Di doza "KCK" ya Stenbolê de îro biryara navberê tê dayîn
Di doza "KCK" ya Stenbolê de îro biryara navberê tê dayîn
Di doza "KCK" ya Stenbolê de îro biryara navberê tê dayîn
Rûniştina 205 siyasetmedarên kurd ku di bin navê doza KCK'ê ya Stenbolê de tê dîtin li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam dike. Heyet dê îro biryara navberê bide.
Rûniştina doza sereke ya "KCK'ê" ya Stenbolê ku 111 kes jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin, li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Sîlîvriyê berdewam dike. Gelek xizmên siyasetmedaran û parêzerên girtian tev li rûnşitina dozê bûn. Ji ber ku cih di salonêde nema gelek kesan li derve doz şopand. Li gel hemû girtiyên siyasî 13 siyasetmedarên serbest jî tev li rûniştinê bûn. Heyeta Pena Norveçê jî ji bo şopandinê tev li dozê bû. Parastina parêzeran dê heta saet 15.00'an bê girtin û li bendê yeku heyeta dadgehê îro biryara navberê bide.