Di doza Hrant Dînk de 5 kes hatin berdan
Di doza Hrant Dînk de 5 kesên ku bi rengekî girtî dihatin darizandin hatin berdan.
Di doza Hrant Dînk de 5 kesên ku bi rengekî girtî dihatin darizandin hatin berdan.
Rûniştina doza kuştina Hrant Dînk ku ji 83 bersûcan pêk tê, li 14. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Çend ji bersûcan ev in: Midûrê berê yê Emniyeta Stenbolê Celalettîn Cerrah, Midûrê berê yê Şaxê Îstîxbaratê ya Emniyeta Stenbolê Ahmet Îlhan Guler, Midûrên Şaxê Îstîxbarata Emniyetê Ramazan Akyurek û Abrî Ûzûn, Fermandarê berê yê Jendermeyan ê Bajarê Trabzonê albay Alî Oz.
Li dû îfadeya bersûcan, dozgeriyê nêrîna xwe anî ziman û xwest ji bersûcan Bekîr Yokûş, Ecevît Emîr, Emre Cîngoz, Hacîn Şerîf Şîmek û Şeref Ateş ên girtî ne bên berdan.
Dadgehê jî her pênc kesên navborî berda.